Birgûl Açikyildiz Şengûl romana Êzidiyan nivisand

09:21

JINHA

MÊRDÎN- Prof. Dr. Bîrgûl Açikyildiz Şengûl ya di Zanîngeha Artuklu de endamê hîndekarîyê ye, romana xwe ya bi navê "Êzidîyan" nivisand. Bîrgûl da zanin ku vê romanî di 8 salan de bi xebatên qadê, arşîv û belgeyan amade kiriye. Bîrgûl di pirtûka xwe de bî taybetî jiyana jinan girtiye dest û jiyana Êzîdiyan ya rojane, bawerî, çand û dîroka wan vegotiye.

Gelê Êzidî ya heta niha rastî 72 fermana bûne, lê terka axa ku lê jiyandine û baweriya xwe nekirine û heta vê rojê hatine. Bîranîna Êzîdiyan ya ji nû ve jî dîsa bi qetlîamek gengaz bû û kete rojeva cîhanê. Êzîdiyên ku rastî qetlîama DAİŞ'ê hatin bi hezaran kes neçar man ku koçî welatên din bikin. Jinên Êzîdiyan ji alî DAİŞ'ê ve hate revandin û rastî işkenceyan hatin. Prof. Dr. Bîrgûl Açikyildiz Şengûl jî teza xwe ya bi navê ' Êzîdîler' wek romanek nivisand. Romana Bîrgûl çand û dîroka Êzîdiyan û baweriya wan a bi tunebûnê ve rû bi rû maye vedibêje.

' 8 salan min xebatên qadê meşand'

Bîrgûl Açikyildiz ya li Zanîngeha Artûkluyê de Endamê Hîndekariyê ya Beşa Dîroka Hunerê ye, dema li Fransayê dest bi teza xwe kiriye biryara xebata li ser Hunera Kurdan bike girtiye. Bîrgûl diyar kir ku ji bo baweriya Êzidiyan li ser mîmariya wan çawa bandor kiriye bibîne dest bi xebatê kiriye û 8 salan li welatên cuda, di pirtûkxaneyan de xebitîye, tevî xebata arşîv, li heremên Kurdîstanê jî bi xebatên qadê ev pirtûk amade kiriye. Bîrgûl dest nîşan kir ku dema xebata qadê kiriye der barê, jiyana Êzîdiyan ya rojane de, dîroka wan û têkiliya wan a jin û mêran de derfeta çavdêriyên wê çêbûye. Her wiha Bîrgûl anî ziman ku Êzîdiyên li Rojava dijîn têkiliya mêr û jinan hê rehet xuya dike, lê Êzîdiyên ku li Başûrê Kurdîstanê ye piranî bi karên malê ve hatine bi sinor kirin. Bîrgûl bi lêv kir ku gelê Êzidî ji ber ku serjimêra wan kêm nebe zarokan zêde tînin û got: '' Ev tişt dibe sedema ku jinên Êzidî bi mal û zarokan re bi sinor bimînin.''


' Kesên ku bi min re derdiket xebatan tevahî mêr bûn'

Bîrgûl diyar kir ku xebatên xwe yên qadê li Başûrê Kurdîstanê, li navenda baweriya Êzidiyan a Seyhan û Şengalê pêk aniye û van xebatên xwe yên li gunda jî bi akademîsyenên ji Duhok û Şengalê ve pêk aniye. Bîrgûl da zanîn ku parêzkarên akademîsyena ji berk u mêr bûne di têkilîdayina jinan de zehmetî kişandiye û wiha axivî: '' Di çanda Êzîdiyan de dema mêr biçin malekî, jin naçin wê malê, ji ber vê bi jinan re di têkîlî dayinê de min carna pirsgirêk jiyan dikir lê dîsa jî malbatên ku ez li mala wan de dimam re têkîlîyên min baş bû.''

' Pêvajoya pêkhatina pîrtûkê li ser min bandor kir'

Bîrgûl destnîşan kir ku di her rûpela pirtûkê de ked heye, lewre bi xebata çend salan pirtûk hatiye nivisand lê pêvajoya pêkhatina pirtûkê li ser wê pir bandor kiriye û wiha berdewam kir: ''Bi rastî jî gera me ya xwe gihîştina Êzidiyan pir bi serpêhatî û bi kelecan bû. Ez heta gundê Êzîdiyan çûm, min bi wan re hevdîtinan kir, weneyên wan û yê avahiyan kişandim. Pirtuk bi vî awayî hate nivisandin.''

' Bawerim ji hewqas êş û eleman encam were derxistin'

Bîrgûl di dawiya axaftina xwe de 5 hezar jinên ku ji alî DAÎŞ'ê ve hatibû revandin û qetlîamên pêk hat bi bîr anî û wiha got: ''Bawer dikim ku mirovahî ji hewqas êş û eleman encamê derbixîne û bê cudahiyên ol û netew jiyanek hevpar ava bike.''

(ch)