Dîroka Mîhrîcana Berxbir a çand û xwezayê diyar bû
12:28
JINHA
ŞIRNEX - Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Berxbirê, her sal li Zozana Laleşê ya li Çiyayê Katoyê tê lidarxistin dê îsal jî di navbera 24 û 26'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Berxbirê, her sal li Zozana Laleşê ya li Çiyayê Katoyê tê lidarxistin îsal cara 10'emîn wê bê lidarxistin. Mîhrîcan a her sal di serê meha Tîrmehê de dihat lidarxistin, ji ber meha Remezanê dê 24 û 26'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Di mîhrîcanê dê wê hiriyê berxan were birîn, lîstikên herêmî bê lîstin û pêşbaziyên cur be cur bên kirin. Her sal bi deh hezaran welatî beşdarî mîhrîcanê dibin.
Şaredariya Elkê daxuyand ku xebatên wan ên wek çûn û hatina qadê, ji bo mêvanan cihê mayîn û razanê li ber qedandinê ne. Rayedarên mîhrîcanê anîn ziman ku ji bo Mîrîcana Berxbirê bi gelek kes û saziyan şêwirîne û bi hevparî nîqaş hatiye kirin. Rayedaran derbirîn ku ji bo mîhrîcan ji salên dawî bi coştir derbas bibe xebatên xwe didomînin.
(zt/ch)