Seta 'Bîranînên Gerila' ji weşana Aramê derket
11:48
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Seta "Bîranînên Gerila" ya ku ji 5 pirtûkan pêk tê ji weşanên Aramê derket û gihîşt ber destê xwendekarên xwe.
Weşana Aramê ya ku bi weşana xwe ya alternatîf nûneriyek baş dibîne seta "Bîranînên Gerila" ya ku ji 5 pirtûkan pêk tê gihand ber destê xwendekaran. Pirtûkên bi navê Destpêk (Îlkler), Qêrînên Berfendê (Çağın Çığlıkları), Mij (Sis), Hêlîna Berxwedana Çiya (Direniş Yuvası Dağlar) û Rêwîtiya Giyana Demê (Zamanın Ruhuna Yolculuk) ji bîranînên gerila yên rengîn dagirtîne.
Di pirtûka destpêkê ya bi navê 'Destpêk' de di jiyana gerila de cîh daye hemû tiştên destpêkê yên wek nefesa destpêkê, hestên destpêkê, gavên destpêkê û rêwîtiya destpêkê, ew hemû bi xwendekarên xwe re parve kiriye.
Di pirtûka duyem de ya bi navê 'Qêrînên Berfendê' cîh daye bîranînên gerila yên li herêmên cuda yên Kurdistanê û tama rêwîtiyek ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve kiriye û bi xwendekarên xwe re parve kiriye.
Pirtûka 'Mij'ê jî ne wek xwendekarek ji derve, weke yekî ji nava heman jiyanê vegotiye.
Pirtûka bi navê 'Rêwîtiya Giyana Demê' jî jiyana gerilayên ku warên wan çiyane, robar û geliyan vegotiye. Her wiha behsa rêwîtiya aliyê Serhedê ber bi Araratê û ji Dêrsimê ber bi Dorşînê ve dirêj dibe dike.
Pirtûka setê ya dawiyê 'Hêlîna Berxwedana Çiya' jî ji destpêka avakirina PKK'ê dest pê dike, cîh daye bûyer û bîranînên şopên xwe hêlane. Pirtûka dawiyê xwediyê naverokek wek komkirina hemû pirtûkên din ên setê ye.
(zt/ch)