'Kêşana berhemên jinan di dîroka jinan de mîrasek hêlane'
13:13
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED - Wênevan Dîlan Bozyel ya ku ji bo wêneyan dibêje "zimanê minê gihandinê" dê pêşangehek ya wêneyên hilberîna jinan veke. Di nava 5 navendên cuda yên ku dê Dîlan têde pêşangehê veke Kobanê jî heye. Dîlan diyar kir ku ji ber wê ew hatiye herêmê û got: "Wêneyên hunera jinan kêşan, di dîroka jinan de hêlana mîrasekê ye."
Ji herêma hunerê yek ji beşên herî bedew wênekêşane, di roja me de her kes ji kêşana wêneyan keyîfê digirin. Hinek hewildidin hest û ramanên xwe bi rêya wêneyan bînin ziman, hinek jî hewildidin hemû kêliyên watedar ên jiyan xwe bikêşe ji bo weke bîranîn bimîne. Wênevan Dîlan Bozyel ya ku 8 salin bi karê wênekêşiyê ve mijul dibe û wêneyên wê di gelek pêşangehan de cîh girtiye da zanîn ku wê li Stenbolê gihandin xwendiye, lê xwe di wê beşê de nedîtiye, zêdetir wênevanî nêzî xwe dîtiye ji ber wê dest bi karê wênekêşanê kiriye. Dîlan destnîşan kir ku ew niha li Komeleya Hilberîna Alternatif ya Niha de ji bo pêşangiha ku dê di Îlonê de veke dixebite. Dîlan anî ziman ku ji bo jinekê hunera herî bedew wênekêşane û wiha got: "Dema ku hunera wênekêşanê bi keda jinan tê xemilandin û pêşkêşkirin hîn zêdetir bedew dibe."
'Dema ku nexweş dibim wênekêşan weke dermanê min e'
Dîlan bilêv kir ku dema wê li Stenbolê gihandin dixwend di nava lêgerînên cuda debûye û wiha dom kir: "Dema ku min beşa gihandinê hêla wê demê ez nexweş ketim hunera wênekêşanê ji bo min weke dermanbû. Min serî li dibistana wênekêşanê da û ez di wê de mewzun bûm. 8 salin ez karê wênekêşanê dikim. Ez heya niha beşdarî gelek pêşangehên wêneyan bûme. Min di sall 2010'an de pêşangehek wêneyên zarokên buk li Londra yê vekir, paşê min heman pêşangeh li Stenbol, Amed û gelek deverên dinê vekir. Min li cihên weke Muzeya Hunerên Moderin a Stenbolê hunerê xwe pêşkêş kiriye, herî dawî min li Mêrdînê hunerê xwe pêşkêş kir. Niha ez li ser vekirina pêşangihekê dixebitim. Ez li gel jinên Komela Hilberîna Alternatîf niha li ser pêşangihek ya wêneyan dixebitim û wêneyên wê jî ez dikêşim."
'Jinên ku me wêneyên wan kêşane jî dê beşdarî pêşangehê bibin'
Dîlan destnîşan kir ku di amadekariyên pêşangeha wê ya di meha îlonê de bê pêşandan de Tevgera Kooperatîfa Îtalya û Îspanya yê alîkarî kiriye. Dîlan da zanîn ku dê ji bo pêşangehê li gelek deveran bigerin û wiha berdewam kir: "Emê keda jinan dema ku şîr didoşe, karê çandiniyê dike, li zarokan dinêre, paqijiya nava malê dike, mast û penîr çêdike û hemû karên ku jin dikin bi wêneyan nîşan bidin. Emê pêşangeha xwe ya despêkê li Navena Çandê ya Cezayirê ya Stenbolê vekin. Emê di pêşangiha xwe ya despêkê de guherînekê bikin, dê jinên di wêneyên me de cîh digirin di wê pêşangeha me de amade bibin. Dê li wê wêne bên ziman. Hîna di aliyê navê pêşangehê de jî me biriyarek nedaye. Di be ku wêneyê em yê dawiyê em bikêşin di vê mijarê de fikirekê bide me. Ez bawerim dê navê pêşangehê tiştek girêdayî jinan be. Em difikirin pêşangeha despêkê li Stenbolê vekin, paşê jî li Amed, Mexmur, Ermenîstan û Kobanê vekin."
'Emê hilberîn kar yê xerc dike li cihekê kom bikin'
Dîlan anî ziman ku dê wêne û axaftinên jinên Kobanê berxwedan û serkeftina Kobanê carekdinê bixin rojevê. Dîlan da zanîn ku hîna rewşa Kobanê ne diyare, dê ji bo pêşandanê biçin desturê bixwazin û wiha got: "Li wê vekirina pêşangehê ji bo me wateyek cuda dide. Dê pêşangeha me li 5 navendan bê nîşandan lê dema ku talbe hebe dikare zêde bibe."
'Wêneyên min zimanê min ê guhandinê ye'
Dîlan derbirî ku jin tiştekê nekin jî tenê bibin dayîk cardin bi hezaran zor û zehmetî re rû bi rû tên û got: "Li cihê ku em li hember zehmetiyan bê deng bibin, hêz heye ku em li hember vê zorê têkoşîn bikin. Gelek car em li hember zehmetiyan xwe dikêşin qalikên xwe û em dibêjin ku qedere. Ez bi zimanê xwe ya gihandinê û bi hûnera wênevaniyê bertekê xwe li hember bûyeran tînim ziman. Dema ku ez xebatê wênekêşiyê dikim tenê di hilgirtina ekîpmanan de zehmetî dikêşim. Wekî din bi rojan bêy ku razêm di şert û mercên zehmet de bim jî ez dikarim bixebitim. Ji ber ku ez ji karê xwe hezdikim dikarim ji heq derêm. Jin, ji xwe dema ku tiştek bixwezin dikarin bikin ew hêz heye. Tenê bila baweriya me bi vê yekê hebe û em piştgirî bidin hev."
(zt/rc)