Qeyîdên qursên Şaredariya Çinarê despêkirin
14:35
JINHA
AMED - Li Şaredariya Çinarê qeyîdên qursên tembûr, erbane, gitar, wêne, şano û lîstokên gel despêkirin. Qeyîdên ku ji 29'ê Hezîranê despêkirine dê heya 30'ê Tîrmehê bi dawî bibin.
Her sal di demsala havînê de Şaredariya Çinarê qursên weke tembûr, erbane û gitar tên dayîn. Îsal li gel wan qursên weke şano, wêne û lîstokên gel jî hatin zêde kirin. Qeyîdên qursên ku dê ji aliyê pisporan ve bên dayîn despêkirine. Qeyîdên ji 29'ê Hezîranê despêkirine dê heya 30'ê Tîrmehê bidome li Muduriyeta Karên Çandî û Civakî tên çêkirin. Di qeyîdan de temenê beşdarvanan ser 9 saliyê be û tenê nasnama wan têra qeyîdan dike. Di derbarê qursên ji aliyê şaredariyan ve despêdike Cîgira Mudura Karên Çandî û Civakiya Şaredariya Çinarê Elif Taş agahî da. Elid her sal qursên ji aliyê şaredariyê ve tên dayîn bibîr xist û got: "Dê îsal qursên weke wêne, şano û lîstokên gel jî li qursên me yên her sal bên zêdekirin. Yên berê bi qursên tembûr, gitar û erbanê despêkirîn niha di asta sêyemîn ya perwerdê denin."
(zt)