Li Amedê 'Meclisa Şanoya Kurdistanê' tê avakirin
14:25
JINHA
AMED - Li Amedê 'Meclisa Şanogerên Kurdistanê' ya ku dê her 3'ê mehan carekê kombibe hat avakirin.
Şanogerên kurd yên ku li Stenbol û herêmê xebatên xwe birêve dibin xwe birêxistin dikin. Şanogerên ku bi rêgezên "Her cihê ku civakê lêjiyan kirî dikên şanoyêne" ketine rê armanc dikin ku hemû berhemên weke destan, mitolojî, efsane, serpêhatî û nirxên çandî û dîrokiyên cuda bixin nava dikên şanoyê. Şanogerên dibiniya Şaxên Navenda Çanda Mezopotamiyayê yên Stenbol, Dîlok, Agirî, Colemêrg, Wan, Mêrsîn, Sêrt, Şirnex, Silopî, Nisêbûn, Cizîr, Erxenî û Wêranşarê weke komên şanogeriyê yên Şaredariya Başarê Mezin ya Amedê, Şanoya Bajarê Êlihê û li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firadê xebatên xwe birêve dibin li Amedê meclisek ji 35 kesan avakirin. Dê di her 3 mehan de 'Meclisa Şanoya Kurdistanê' li hev bicivin.
(zt)