Li Çiyayên Şengalê şêraniya 'Şilikî'
09:11
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Şêraniya Şilikî ya wek çanda herêma Rihayê tê zanîn derket holê ku li Çiyayên Şengalê jî tê çêkirin. Sarê Şemo da zanîn ku ev şêranî çandek Êzîdiyan ya herî kevn e û hê jî tê jiyandin û got: '' Ev şêranî li her malê Şengaliyan de tê çêkirin, lewre çanda bav û kalen me ye.''
Li Çiyayên Şengalê ya berxwedana li hemberî DAİŞ'ê hê berdewam dike de nêzî 10 hezar Êzîdî têkoşîna jiyanê dide. Zarokên Şengalî ya bi morîkên xwe yên rengîn û bi lîstikên xwe atmosfera şer digûherînin, ji alîyekî jî bi behna xwarinan girêdayina jiyanê careke din dixe dile mirovan. Li Çiyayên Şengalê ya berxwedana wê wek rojên ewil berdewam dike de em rastî şêraniya Şilik ya Rihayê hatin.
'Şilikî Şeraniya Şengalê ye jî '
Şilikî ya bi salane wek şêraniyek Rihayê tê zanîn û tevlî pêşbirka jî bûye derket holê ku li Şengalê jî tê çêkirin. Şilikî ya ji hevîrê ron a li ser sêla sor tê rejandin û piştî runê nivişk li ser didin li gor daxwazê bi şekir an jî bi xwê tê servîs kirin. Şilika bi xwê tê çêkirin bi pîvazê tê servîs kirin ku, pîvaz jî yek jêvenegera sifra Kurdan e. Ev jî dide xuya kirin ku çanda hevpar ya Kurdan bi perçekirinê an jî bi sinoran nikarin ji hev were qut kirin.
Sarê Şemo ya şêraniya Şilikê çêdike, anî ziman ku ji berê de, ji kal û pîrên xwe hînî vê xwarinê bûne û got: ''Hemû jinên Êzîdî dizanin vê xwarinê çêbikin. Ev xwarinek me yê herêmî ye. Ji xwe berê Kurd hewqas perçekirî nebû, ol û çanda wan yek bû. Em li ku jiyanê bikin ferq nake, em her tim xwedî li çanda xwe derdikevin. ''
(ch)