'Dema kurmek ket hundir dile min' derket!

12:17

JINHA

AMED - Pirtûka niviskar Tûlîn Tankut a 'Dema kurmek ket hundir dile min' di pirtûkxaneyan de cihê xwe girt. Pirtûka ji Weşanxaneya Ayîzî hate weşandin ji çîrokên dema 1980'an ya li Tirkiyê feminizm hê belavnebûye pêk tê.

Weşanxaneya Ayîzî di meha Pûşberê de pirtûka niviskar Tûlîn Tankut a 'Dema kurmek ket hundir dile min' weşand. . Pirtûka ku niviskar ji çîrokên dema 1980'an ya li Tirkiyê feminizm hê belavnebûye pêk tê diyar dike ku nêrîna jinê nebe têgihîştina rastiya jiyanê jî dê kêm bimîne û dibêje ' Dema min çîrokan vedigot min girîngî dida rastiya kesên ku di çîrokan de cîh digirt ku azmayîşên wan jinan bidim û ew jinên ku di jiyanê de hatine windekirin bidim xuya kirin.'' Niviskar Tûlîn Tankut da zanîn ku dahatuya pirtûkê wê bexşî Weqfa Navenda Zanyarî û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a 1985'an de hatibû avakirin û îsal salvegera xwe ya 25.'an dê pîroz dike bike.

Pirtûkxane jî dema hatiye vekirin heta niha him ji bo li ser lingan bisekine, him jî ji bo koleksiyona pêk bîne û biparêzê bi piştgiriya sazî û dilxwazên jin xwe bi rê ve dibe. Tûlîn Tankut jî yek ji wan dilxwazan e ku bi rêya vê Pirtûkxaneyê Paşeroj û pêşeroja Tirkiyê bi rojana wî vê ronî dike.

(ch)