Bajarê qedim ya Mezopotamyayê: Dara
09:06
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Xirabeyên Darayê beriya zayînê sed salên 4 û 5'an heya niha bedewiya xwe parastiye. Şikeft û qenalên avê yên nava Darayê hemû peyîwendiya wê ya bi xwezayê re nîşan dide, ji ber wê jî her diçe dîdarên wê zêde dibin.
Mîrasa herî giring ya dergoşa şaristaniyan Mêrdîn, Bajaroka Antik Dara ye. Ji beriya zayînê sed salên 4 û 5'an heya niha Dara tiştek ji bedewiya xwe kêm nekiriye. Dara ya ku hîna dîroka avabûna wê nediyare tê gotin ku hikumdarê Îranê li navçeya Darayê hatiye parastin. Di demên cuda de Dara ketiye destê Îran û Romanan. Piştî zayînê di sed sala 7'an de ketiye bin deshilatiya Ereban, paşê ketiye destê begên herêmê. Tê gotin ku di sed salên 15-16'an de Dara ketiye destê Osmaniyan. Di vî bajarê 30 kilometran dikeve Başurê Rojhilatê Nisêbînê de li gel zêdebûna şikeftan gelek kêlên ziyaretan jî tên dîtin. Her wiha li Bajarê Antik Darayê keleh, dêr, pir, qenalên avê, depo, sarincên avê, kêlên goristanan û navendên bicîhbûnê yên heya niha dimînin hene.
Bajarê Mezopotamyayê ya qedîm
Bajarê navdarê Mezopotamyaya kevin Dara, hîna nîşanên gundên wê dimînin. Di nava berên mezin de cihên jiyanê yên bi qasî 8-10 kilometreyan hene. Şikeft û surên wê jî hê xwe didin jiyandin.
'Dara buye mexdurê êrîşên Îskender jî'
Du deriyên Dara yên ji aliyê Başur û Bakur de hatin vekirin, di nava kelha wê de nîşanên bajar hatin dîtin. Di nava bajar de dêr, sara, bazar, depo, girtîgeh û bendên avê tên dîtin. Sazumaniya çêkirina qenalên avê ji wê demê heya niha hîna baş tê dîtin çawan bi kîjan mîmariyê hatine çêkirin û pêdiviyên welatiyên nava bajêr anîne cîh. Dara di dema Roma de bûye qada şerê Îskenderê Mezin.
'Eleqeya li hember bajarê antik mezine'
Li herêmê piştî Heskêfê cihê herî rastî eleqeyan tê Dara ye. Dara di aliyê dîrok û çanda turîzmê de xwedî giringiyek mezine. Piştî Heskîfê rawestgeha duyem ya turîstên biyanî û herêmî Dara ye. Dara her roj hê zêdetir tê nasîn û rastî eleqeyê tê. Di aliyê turîzma herêmê de Heskif, Dara û Erzen xwedî giringiyek mezin in. Di hinek çavkaniyan de jî weke bajarê Rojhilatê Roma, bi navê din metrepola Başurê Bizansan Nisibis (Nisêbîn) tê. Piştî Nisêbînê weke bajarê giring yê sînor tê zanîn her wiha dilê bazirganiyê Rêya Îpek ê jî di nava bajar de derbas dibe.
(zt/ch)