Rastiya hevaltiyê di Rojnivîsa Hevaltiyê de hatiye nivisandin
09:44
Zehra Tunç/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Gêrila Bêrîtan Hîlal di Pirtûka Rojnivîsa Hevaltiyê de hevaltî û girêdana hevaltiyê bi zimanê xwezayê û çiyayên azad vegotîye. Hevaltiya herî bedew û ebedî di Rojnivîska Hevaltiyê de hatiye nivisandin. Di hin rêzikan de Bêrîtan ji bo hevalên xwe wiha dibêje: "Zarokên welatê min ê winda; ji bo ku di demsala buharê de ez we bi bîr bînim, min xemên xwe ji bizotên agir re vegot… Bedewiya tava heyvê delaliya we anî bira min."
Çapa 1'emîn a pirtûka Bêrîtan Hîlal a Rojnivîsa Hevaltiyê di 1'ê Adar a sala 2015'an de ji Weşanxaneya Aramê derket. Nivîskara 'Rojnivîsa Hevaltiyê' gêrila Bêrîtan Hîlal temenê wê biçuke lê raman û dilê wê mezin e...Bêrîtan li gundê Hilal a girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê di sala 1983'an de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1994'an de ji ber zordariya dewletê ya li ser gundê wan Bêrîtan li gel malbata xwe koçberî Başurê Kurdistanê dibe. Piştî sê salên penaberiyê di Tîrmeha sala 1997'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Bêrîtan, dema li gund dibistana pergalê dixwend, li wargeha penaberan jî dibistana Kurdi xwendibû. Di nava refên tevgera jina azad de Bêrîtan ser mijarên pişaftin û qirêjiya pergalê hûr dibe û wiha dibêje: "Me rupelên dîrokê yên destpêkê ji nû ve girtin destê xwe. Me xwest ku em efsaneya kesên giyana me tengav dikin vekolin. Jinan dîroka xwe li ku wenda kiriye. Dewlemendî û giyana wê di kîjan şikeftên neolotîkê de veşartî maye? Çanda jinê çawa ji çav hat derxistin û êrîşkarên wê kî bûn? Dibe ku lêpirsîna me niha encam negire. Ji ber ku yên dadgehê didin meşandin ev pergale. Lê wê rojek bê ew dadgeh di riya heqîqetê de bi peyîve û wê demê dê rastî bê dîtin."
'Berdêlên giran yên şoreşê pîroziyek dîrokî afirand'
Çanda girêdana bi xwezayê re Bêrîtan ji pîrikên xwe yên xudawendên neolotîkê hîn dibe; lewra heskirina xwe ya xwezayê di pirtûka xwe ya Rojnivîska Hevaltiyê de wiha aniye ziman: "Ez pir ji xwezayê hez dikim. Bi qasî ku bi mirovan re dipeyîvim dixwazim bi xwezayê re jî bi peyîvim. Ji ber ku zimanê xwezayê gelek caran ji yê mirovan balkêştire. Yê ku zimanê jiyanê û xwezayê fêr nebe dê weke gulekê biçilmise û di nava rastiya dayîka xwezayê de winda bibe."
Bêrîtan dema ku rojekê li ber darê runiştî û nivisek dinivîsî wê demê baran dibarî, weke ku bi baranê re dipeyîvî wiha digot: "Dema ku min hestên xwe li ser vê rûpelê dida meyandin; ji esmanan jî hêdî hêdî baran dibarî. Her dilopek baranê xwe bi mijûlangê çavên me digire û aramiyek ji derd û êşan şûştî berdide nava dilê me. Weke ku baran jî bêje: 'Berdêlên giran yên şoreşê pîroziyek dîrokî afirandi ye.'"
'Govend bi gerila û gerila jî bi govendê bi wate dibe'
Bêrîtan di zarokatiya xwe de diyar bû dê bibe jinek serhildêr, lewra di hê 13 salî bû beşdarî nava têkoşîna jina azad dibe. Bêrîtan gelek ji dîlanê hez dike li ser dilana gêrila ji wiha dibêje: "Di her ritmên dîlana gerila de coşek cuda heye. Dîlana gerila ne tenê dîlane; bîranîn, bêrîkirin, heskirin, girêdan, fedayîtî soz û peyîman tev dibin sergovenda dîlana gerila de tê gerandin. Govend bi gerila û gerila jî bi govendê bi wate û nemir dibe. Ji ber wê ye dema gêrila govendê digerîne kêfxweşî û xemgînî, êş û xweşiktî, bêrîkirin û hezkirin, soz û fedayîtî û hem jî tevna xeyalên azadiyê bi hev re dikevin nava heman dîmen û wateyê."
'Bedewiya tava heyivê delaliya we anî bira min'
Weke ji navê wê jî diyare Rojnivîska Hevaltiyê ya Bêrîtan bi heskirin û bêrîkirinên wê yên ji bo hevalên wê hatiye dagirkirin. Girêdana Bêrîtan ya bi hevalên wê Zîlan û Sarya re minaka hevaltiya herî bedew e. Hinek ji rêzikên Bêrîtanê yên li ser van hevalên wê wiha ne: "Zarokên welatê min ê winda; ji bo ku di demsala buharê de ez we bi bîr bînim, min xemên xwe ji bizotên agir re vegot… Bedewiya tava heyvê delaliya we anî bira min. Heyv û stêrka min Zîlan û kulîlka min Sarya… Bi hevalên weke we re parvekirina jiyanê bi destê her kesî nakeve."
'Bêrîtan asêbûna Zagrosan û zehmetiyên Botanê kiriye yek'
Bêrîtanê di hinek rêzikên xwe de du alibûna diyalektîka hevaltiyê rave kiriye; lewre hevalên wê jî bi van gotinan wê bi bîr tînin: "Tu keça Botanê, ya li hember tû zehmetiyan serî natewîne ye. Ji ber ku te asêbûna Zagrosan û zehmetiyên Botanê kirine yek. Mirov digot qey Bêritana delal ji bo bibe gêrila hatiye afirandin; ewqas li hevdihatin. Di kesayeta Bêrîtan de xweşikbûna Afrodit, pakbûna milayketan û çanda dayîka xwedawenda tê dîtin."
(zt/ch)