Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci li Bedlîsê festival

13:04

JINHA

BEDLÎS - Bi pêşengtiya KJA yê li gundê Orenis yê navçeya Hîzana Bedlîsê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) 1'emîn Festîvala Jina Azad Şehîd Zîlan ya Oranisê hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Koordinasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) yê li gundê Orenis yê navçeya Hîzana Bedlîsê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) 1'emîn Festîvala Jina Azad Şehîd Zîlan ya Oranisê hate lidarxistin. Di festîvalê de li gel bi hezaran welatiyan rêveberên HDP, DBP, KJA, MEYA-DER, hevşaredarên Bedlîs, Ovakişla, Mutki û Guroymak jî amade bûn. Li qada festîvalê panqartên wek "Sema û Zîlan nûvejîna dîrok û jinê ne", wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakine Cansiz ya li Parîsê hatibû qetilkirin û alên YJA- Starê hatin darvekirin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, Hevseroka Navenda HDP'ê ya Bedlîsê Nazime Arvas axivî û diyar kir ku yên bi salanin dijminahiya Kurdan dikin, qetlîama jinan jî dikin. Nazime da zanîn ku ew gundê wan ya niha festîval li dar xistiye di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û di heman demê de li wir situyê welatiyekê jî hatibû jêkirin. Nazime destnîşan kir ku niha ji her demê zêdetir gelê Kurd di nava hevgirtinê de ne û wiha axivî: "Şehîd Zîlan fermandara jinên Kurd e."

'Nameya Zeynep Kinaci hate xwendin'

Paşê jî nameya Fermadariya YJA- Star ya Herêma Garzanê hat xwendin û di nameyê de wiha hate gotin: " Zîlan ji bo lîyaqî Rêbertiyê ya hewqas girîngiyê dide jinan bibe çalakiya fedaî pêk anî û gihîşt asta herî bilind ya jina azad. Bi felsefeya Apoyî û îdeolojiya wî Heval Zîlan gihîşt nirxên mirovahiyê ya herî mezin. Di nameya xwe de Heval Zîlan gotibû: 'Dara azadiyê bi xwînê tê avdan.' Ew, bi çalakiya xwe bû koka wê darê yê herî kûr û dilsoza wê."

Festîval heta derengiya şevê berdewam kir û bi mûzîk û dîlanê bi dawî bû.

(zt/ch)