Li Sumerparkê xiyal pêk tên

15:04

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Sumerparkê xiyalên ciwanan pêk tîne û di kursên wênesaziyê de heta niha 92 xwendekaran beşa hunerên ciwan a zanîngehê bi dest xist. Şaredariya me, îsal jî 20 jê jin, 35 xwendekaran ji bo beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê amade dike.

Midûrtiya Perwerdeya Pîşeyî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên dixwazin beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê bixwînin ku bikaribin di ezmûnan de bi ser bikevin kursa wênesaziyê bê pere vekir.

Kurs, serê meha gulanê di Atolyeya Sî û Ronahiyê de hatin vekirin, 20 jê jin 35 xwendekar ji van kursan sûdê werdigirin. Kurs dê heta meha îlonê bidomin û hefteyê 5 rojan bi awayekî rêkûpêk têne kirin. Beşdarên kursê bêpere dikevin kursê û tê de xebatên ser wênesaziyê dikin û fêr dibin.

Heta niha 92 xwendekar di ezmûnê de bi ser ketin

Xwendekar ji bo beşa hunerên ciwan û mamostetiya wênasaziyê têne amadekirin, heta niha 92 xwendekaran di kursên Midûrtiya Şaxa Perwredeya Pîşeyî de ezmûn bi ser xist û li zanîngehên cur bi cur ên Tirkiyeyê li beşên hunerên ciwan û mamostetiya wênesaziyê hatin damezrandin.

Ciwanên têkildar jî beşdar dibin

Ji aliyê din ve ne tenê xwendekarên xwe ji bo beşên wênesaziya zanîngehan amade dikin beşdarî kursên Atolyeya Sî u Ronahiyê dibin, her weha ciwanên eleqedar jî beşdar dibin. Her weha ji bo ciwanan bi mebesta hobî kursên wêne, çînî û seramîkê jî têne dayîn.

(rc)