Li Navenda Çand û Huner a Waşu Kanî perwerde kirina zarokan
09:23
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ye xebatên Navenda Çand û Huner a Waşu Kanî berdewam dike û zarok li vir perwedehiyê dibînin.
Li Serêkaniyê zarokên ku tevlî xebatên çand û hunerê dibin her ku diçe zêde dibin. Di 2014'an de hejmara zarokan 60 bû lê niha hejmar derketiye 90'î. Di Navenda Çand û Huner a Waşu Kanî de zarokên 5 salî heta 15 salî perwedehiya folklorê dibînin û di komên mûzîk û şano de cîh digrin. Di Navenda Çand û Hunerê de Koma Şehît Mizgîn ya folklorê , Koma Şano ya Şehîd Yekta, Koma Mûzikê ya Şehîd Şînda û Koma Helbestan ya Şehîd Vîyan hene û zarok di nava van koman de cîh digrin.
' Zarokên xwe bişînin xebatên çand û hunerê '
Armanc Elî, zarokên ku di xebatên çand û hunerê de cîh digrin nîrxand û da zanîn ku di salên dawî de tevlîbûna zarokan ya xebatên çand û hunerê de zêde bûye û wiha got: ''Eleqaya zarokan ya hemberî çand û hunerê pêş ketiye. Banga min ya ji malbatan re jî ew e ku zarokên xwe tevlî xebatên çand û hunerê bikin, lewre çand û huner ji bo pêşketina zarokan girîng e.
' Xebatên çand û hunerê zarokan pêş dixîne'
Lorîn Şewket ya 9 salî di koma mûzîkê de cîh digre û diyar dike ku xebatên mûzîkê ji bo pêşketina wê pir baş bûye û bang dike ku hemû zarok di xebatên çand û hunerê de cîh bigrin. Bilind Mihemed ya 8 salî jî bangawaziya zarokan kir ku tevlî xebatan bibin û anî ziman ku ji xebatên çand û hunerê pir hezdike û tevlî hemû faalîyetan dibe.
(ch)