Li Qamişlo Kongra perwerde û ziman ya 3 kantonan

11:07

JINHA

QAMÎŞLO - Bi durişma 'Bi Perwerda Civaka Demokratîk ber bi Jiyanek Azad ve' li kantona Cizîrê yekem kongreya perwerdeya Civaka Demoqratîk hate lidarxisitin.

Bi amedebûna 199 delegeyan ji her 3 kantonên Rojava li bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê 1'emîn Kongra Perwerdeya Civaka Demoqratîk hat lidarxisitin.
Kongre bi mêvanên ji rêveberiya xweser, Tev-Dem, Yeketiya Mamosteyan û gelek saziyên din ên Rojava hat lidarxistin. Kongireya ku bi durişmeya ''Bi Perwerda Civaka Demokratîk ber bi Jiyanek Azad ve'' bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Li ser navê Tevgera Civaka Demoqratîk Henîfa Husên, Rêveberiya perwerdeya zimanê kurdî Mihemed Salih, li ser navê Rêveberiya kantona Cizîrê Loqman Ehmî axivîn. Her wiha di kongreyê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwandin. Peyamên hatin xwandin ev in: ''Komîteya ziman û perwerde ya KCK'ê, Dîwana edaletê û hiqûqa demoqratîk a Rojavayê Kurdistanê, Yeketiya Ciwanên Demoqratîk, Rojnameya Ronahî, Yeketiya Mamosteyan a Rojavayê Kurdistanê, Tev-Çand, Encûmana Zagonsaz a kantona Cizîrê, Tevgera perwerede û ziman.'' Paşê rapora sê salan ya ziman û perwerêd hat xwendin

Bi nirxandin û pêşniyarên ji bo pêşerojek ronîtir û dewlemendtir kongre bi dawî bû.

(zk-px)