Di Navenda Çand û Hunerê a Avdela de li hember bişaftinê çand û huner

10:25

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Beriya mehekê li bajaroka Kaygisiz ya navçeya Pîrana Amedê Dibistana Çand û Hunerê ya Avdela ya hatî vekirin ji aliyê zarokan ve rastî eleqeyek mezin tê. Girêdayî xebatên dibistanê Koordinatora dibistanê û mamostaya muzîkê Devrim Demir diyar kir ku wan despêkê ji bo zarokan mifredadên perwerdê amade kirine û dê di demê pêş de jin û ciwanan jî bigire nava xwe û armanca wan ewe xebatên xwe berfireh bikin.

Ji aliyê Serokatiya Daireya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve li bajaroka Kaygisiz ya Pîrana Amedê Dibistana Çand û Hunerê ya Avdela hat vekirin û wane dide zarokan. Dibistana ku li navenda şaredariya bajarok ya berê piştî xebat qediya hat vekirin. Di dibistana ku ji bo zarokan perwerde tê dayîn de dê ji bo jinan jî amadekariyên dayîna perwerdê bên kirin. Koordinatora dibistanê û mamostaya muzîkê ya qursên cuda cuda dide Devrim Demir da zanîn ku armanca vekirina dibistana wan li hember texrîbatên polîtîkaya bişaftinê çêkiriye çanda cewherî dayîn û pêşî lêgirtina bişafgina çandê ye.

'Ji bo bişaftina kurdan her tişt kirin'

Devrim anî ziman ku herî zêde gelê kurd bi pergala perwerdê hatine bişaftin û wiha domand: "Ji bo ku pergal ser kurdan serweriya bişaftinê pêşbixe hemû derfetên xwe xistin derwrê ji bo ku xwe li hemû navend, navçe û gundan bi cîh bikin. Pergalê bi rêya dîtbariyê civak ji çanda wan ya xweser û nirxên wan yên civakî dur xistiye bi çanda populer û erebesk ve dane girêdan, heya cihekê mirov dikar bêje bi ser ketine. Ji ber dema ku mirov îro li zarokên nava gund jî dinêrin pop muzîkê guhdar dikin. Zarokên nû digihijin erebeskan guhdar dikin, haya wan ji dengbêjiyê û kilamên zimanê dayîka wan nîne."

'Ji bo ku zarok çanda xwe ji bîr nekin me dibistan vekir'

Devrim wiha berdwam kir: "Li hember van texrîbatên pergala polîtîkaya bişaftinê bi ser civakê de aniye divê di dibistanan de zarok hînî çîrokên xwe xwendinê bibin, divê zarok muzîka xwe guhdar bikin û govenda xwe bilîzin, cardin wê çanda xwe ya cewherî hîn bibin û jîndar bikin. Dê di dibistana me de zarok li ser van tayîbetiyan bên perwerde kirin. Di aliyê hunerî de li vêderê zarok hînî muzîk, wêne, şano, lîstokên gel û sînemayê dibin, li gel wê jî bi zaravayên kurmanci û kirmancki perwerdê dibînin. Hemû waneyên me bi giştî kurdî ne. Di dibistana me de perwerda beriya dibistanê jî tê dayîn."

Niha waneyên muzîkê tên dayîn

Devrim bilêv kir ku wan ji bo perwerda zarokan mifredat amade kirine û wiha dom kir: "Niha beşa muzîkê ketiye faliyetê. Niha weke despêk waneyên raertuar û ritim tên dayîn. Waneyên ziman û wêneyan tên dayîn. Dê di demek kin de beşên şano, dîlan û sînemayê jî bê aktîf kirin. Dê dem dem ji bo perwerda zarokan atolye bên vekirin û ji derve jî bên perwerdê bidin."

'Li gel dibistan nûye jî eleqeyek mezin tê nîşandan'

Devrim destnîşan kir ku li gel dibistan nûye jî rastî eleqeyek mezin tê û wiha pêde çu: "Em dibînin ku zarok eleqeyek gelek mezin nîşanî perwerdê didin. Dema ku waneyên wan diqedin jî naxwazin biçin malê. Di derbarê çanda xwe de birçîbûnek mezin tê dîtin. Ev jî dide nîşandan ku em li cihek baş xebatek baş dikin. Emê bi vê baweriyê her diçe xebatên xwe mezin bikin."

(zt)