Ji pênûsa 2 jinên berxwedêr: Hêj nebûbe Yek bibin Em

10:21

JINHA

WAN - Hîndekara Beşa Derûniyê ya Zanîngeha Ozyegîn a Stenbolê Yasemîn Acar û Xwendekara Doktorayê Melîs Ulug, bûyer û geşedanên li Geziyê derketin holê kirin pirtûk. Yasemîn diyar kir ku wê pirtûka "Hêj nebûbe Yek bibin Em" ji çîrok û serpêhatiyên xwe komî ser hev kiriye û pîrdoziyên cuda kirine yek.

Di gulana 2013'an de li Geziyê çalakî hatibû lidarxistin û piştî mudaxaleyên polîsan 7 welatiyan jiyana xwe ji dest debûn, 8 hezar û 163 welatî birîndar bûbûn. Di berxwedana Parka Geziyê de 10 kesan jî çavên xwe winda kirin. Piştî çalakiyan gelek hunermend li ser vê yekê huner pêşxistin û berhem ava kirin. Têkildarî bûyer, çîrok û berxwedana Geziyê, Hîndekara Beşa Derûniyê ya Zanîngeha Ozyegîn a Stenbolê Yasemîn Acar û Xwendekara Doktorayê Melîs Ulug, bûyer û geşedanên li Geziyê derketin holê kirin pirtûk. Di pirtûkê de cih dan çîrokên berxwedêrên parka Geziyê. Pirtûk di cotmeha 2014'an de hat çapkirin. Di pirtûka bi navê "Hêj nebûbe Yek Bibin Em/ Bi çavên komên cuda û aktivîstan berxwedana Gezî" sernavên wekî "Di Gezî de Tevgera Kurd a du pêngavî", "Min qetantina ji xwişk û birayê xwe jî da ber çavan", "Gezî avakirina xweseriya demokratîk bû." û "Bedena me girtî ye, lê ruhê me azad e" cih digirin. Dîsa nêrîn û serpêhatiyên elewiyan, LGBTİ'yan, aktîvîstên kurdan, Komên Çarşi û Misilmanên Antikapitalistan.

'Min ji çîroka xwe de dest bi pirtûkê kir'

Nivîskara pirtûkê Yasemin Acar, diyar kir ku wê jî di nava berxwedana Gezî de cih girtiye û hevala wê ya nivîskara pirtûkê Melis jî di çalakiyên li Enqereyê de cih girtiye. Yasemîn, destnîşan kir ku wê bi çîrokên xwe dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û piştre xwestiye çîrokên mirovên cuda û fikrên cuda fêr bibe û tev li naveroka pirtûkê bike. Yasemîn, anî ziman ku 34 kesên kom û rêxistinên cuda nerîn stendiye û wiha got: "Ji bo ez bigêjim van kes û koman min hazmetiyek mezin kişand. Min nerînên pir cuda bihîstin. Armnca vê pirtûkê bibe dengê "Bi milyonan kesên hev nas nakin, lê di bin baneyê heman têkoşînê de çalakiyê pêk tînin" ye. Ji bo ez çîrokêm kesên cuda bînim cem hev û parve bikim min ev pirtûk nivîsand."

Yasemîn, anî ziman ku amadekariya vê pirtûkê nêzî salekê berdewam kir û wiha got: "Ji weşanên cuda nûçeyên pirtûkê derketin. Bi vê pirtûkê kesên bîrdoziya wan cuda û hev nasnekirin hatin cem hev û hev nas kirin. Yasemîn, anî ziman ku pêvajoya Gezî ji bo Tirkiyeyê bû tecrûbe û pêvajoyek gelek muhîm û ev xebata me çêkir dê bibe belgeyek dîrokî. Veşartin û parastina çîroka van kesan hem ji bo min û hem jî ji bo dîrokê pir girîng e. Ji bo çapkirina pirtûkê me kedek mezin da. Me şirovên xwe lê zêde nekir, tenê serpêhatî û çîrok me nevîsand."

Çalakiyên Gezî çawa dest pê kir?

Saet di 22.00'ê 27'ê Gulanê de li Parka Geziyê hat xwestin ku înşaetê çêkin û ji bo vê yekê xwestin daran bibirin. Li hemberî vê yekê Koma Piştevaniya Taksimê çalakî pêk anîn û xwestin birîna daran asteng bikin. Endamên komê li pêş makîneyên kar çalakî pêk anîn û nêzî 50 endamên komê li parkê çadir ava kirin. Piştî li vir polîsan mudaxale kir kom mezin bû çalakî mizun bû û li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di mudaxaleya polîsan de welatiyên bi navê Abdullah Comert, Ahmet Atakan, Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Berkin Elvan, Ali Îsmail Korkmaz hatin qetilkirin. 8 hezar û 163 kes jî birîndar bûn.

(mae)