Ji bo bîranîna şerê Kosova ' Hizirandina te'

16:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna jinên ku di şerê Kosovayê de ji alî hêzên Sirpan rastî êrîşên cinsî dihatin pêşangeha bi navê 'Hizirandina te' hate amade kirin


Li gor nûçeya Reuters'ê ji bo bîranîna jinên ku di şerê Kosovayê de ji alî hêzên Sirpan rastî êrîşên cinsî hatine pêşangeha bi navê 'Hizirandina te' li Priştineyê hatiye vekirin. Di pêşangehê de 5 hezar cil ên jinên ku di şerê Kosovayê de rastî tacîz û tecawûzan hatine bexşandine hat bikaranîn. Hunermenda ji Kosovayê Rita Ora, hevsera Tony Blair ya Serokwezîrê Brîtanyayê ya berê bû Cherie Blair û Serokkomara yekemîn jin a Kosovayê Atıfete Yahyaga jî bi bexşkirina cilên xwe piştgirî dan pêşangehê.

(ch)