Têkoşîna Dayikên Şemiyê bi lîstika mûzîkalê li ser dîkê ye

10:21

JINHA/Zeynep Akin

ÊLIH - Pênc jinên hunermend binesaziya Navenda Çanda Mezopotamya'ye(MKM) de têkoşîna Dayîkên Şemiyê ku jî bo kesên kîryarê wan nedyar û windakirî bûne sembol bi listîka 'Dîsa' tînin sahnê. Jinên ku mûzîkal amade kirine dê galayê di 15'ê Pûşberê de lî Êlihê pêk bîne, piştre jî li Qada Galatasarayê ya bûye cihê sembola çalakîya merivên wîndakirî dê pêk were.

Dayikên Şemiyê ku wek nobedarên wîcdanan tê binavkirin, ji bo kesên windakirî û kiryarên wan nediyar bi daxwaza dadê her şemî li bajarên Stenbol, Amed, Cizîr, Êlih, Gever û gelek cihên din ji 1995'an heta niha çalakiyan pêk tînin. Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya bi dirûşmên' kiryar dîyare winde li ku ne', 'winda bila were dîtin,kiryar were darizandin' bang li wîcdanan dikirin ji alî 5 jinên hunermend hat nivisandin û wê were lîstin. Pênc jinên ku perwerdehiya mûzik û lîstikvaniyê girtine niha amadekariya mûzîkala 'Dîsa' ya têkoşîna Dayikên Şemiyê vebêjin dikin. Jinên ku di binesaziya MKM'ê de çalakiyên xwe didomînin dan zanîn ku ji roja Dayikên Şemiyê ya hefteya 500.'î îlham girtine. Lîstika ku galaya wê di 15 Pûşberê de li Êlîhê di Sînema ya Yilmaz Gûney de dê were lîstin hunermendên jin Nûroj Mûnzûr, Jiyan Cucî, Sultan Tezel, Pelda Bal, Evîn Batûr dê cîh bigrin.

'Navê lîstikê me xwest 'Dîsa' be'

Lîstikvan Sultan Tezel da zanîn ku ji roja Dayikên Şemiyê ya hefteya 500.'î îlham girtine û niha Dayikên Şemiyê di hefteya 533'an de ye. Sultan der heqê amadekariya mûzîkalê de jî axivî û anî ziman ku armanca wan ya yekemîn peyama ku nebîrkirina kesên windakirî bînin rojevê û got: '' Li vî welatî ji bo kesên windakirî pir êş û elem hate kişandin. Li axa Kurdîstanê pir kes hate windakirin û hê goristanek wan jî tune ye. Kiryar jî diyar e lê kesên winda hê nehatiye dîtin.'' Sultan diyar kir ku hunermend divê ji bo civakê bihestîyar be û bibe dengê civakê. Sultan armanca navê mûzîkalê jî vegot û wîha berdewam kir: '' Şemî, her şemî û salane roja şemî çalakî didome, ji bo vê me xwest navê lîstikê jî 'Dîsa' be''

' Lîstik vegûherî mûzîkalê'

Sultan diyar kir ku fikr û amadekariya lîstikê aîdê her 5 jinan e û da xuya kirin ku lîstik bi reqs û mûzîkê bi yek bû û vegûherî mûzîkalê. Sultan axaftina xwe wiha domand: '' Di nava 5 hevalên me de tenê yek şanoger heye, em 4 kesên din bi mûzikê re eleqadarin û li saziyên cuda de dixebitin. Em ji cihên cuda Êlih, Îdil û ji Şemrexê 5 jin hatin ba hev û dest bi vê xebatê kirin, niha jî heftê carê em ji bo provaya tên hinda hev. Dayikên Şemiyê di çalakiyên xwe yên 20 salen de çi jiyan kirin, destpêka çalakiyên wan, lêgerîn û berxwedana wan a salan, êrîşên li ser wan hate kirin… Me xwest em bi hunermendî vebêjin.''

'performansek bi reqs, stran û lîstikê…'

Yek ji amadekara listikê Jiyan Cûcî, ji bo mûzîkalê axivî û da zanîn ku ev lîstik ji ne şanoyek bê qusur e û wiha berdewam kir: '' lewre em 4 kes mûzîsyen in. Ev performansek bi reqs, stran û lîstikê ye. Ji ber wê em dibêjin temaşevan wek şanoyek li vê lîstikê nenêre.'' Jiyan anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê wek deynek wîcdanî xwestine parve bikin û diyar kir ku daxwaz û berxwedana dayîkan gihîştine ser dîkê. Jiyan naveroka mûzîkalê jî vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Di lîstikê de çîroka jinên ku yek bavê xwe, yek hevserê xwe, yek birayê xwe û yek jî zarokê xwe winda kiriye tê vegotin. Jinên ku di lîstikê de tê dayin ji yek karakterê pêk nayê, her tim diguhere. Di şexsê jinan de temsîlîyeta çar perçê Kurdîstan tê kirin.''

Jiyan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku lîstîka 'Dîsa' yê dixwazin ku li Qada Galatasarayê ku bûye sembola berxwedana Dayikên Şemiyê jî pêşkeş bikin.

(ch)