Mîhrecana Çîroka Kurdî bi belavkirina xelatan bi dawî bû
11:26
JINHA
QAMIŞLO – Duyemîn Mîhrecana Çîroka Kurdî ya Rojava ku bi beşdariya 34 çîrokan hate lidarxistin, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Duyemîn Mîhrecana Çîroka Kurdî ya Rojava ku hefteyek berê bi beşdarbûna 34 çîrokan dest pê kir, bi belavkirina xelatan li nivîksarê yekem, duyem û sêyem bi dawî bû. Komîteya Amadekar a Mîhrecanê 15 xelatên bîranînê li saziyên Ragîhandinê û li karkerên di mîhrîcanê de belav kirin.
Çalakiya roja dawî ya Mîhrecanê bi beşdarbûna Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Ifram Ishaq, Seroka Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Serokê Desteya Karê Huner Ebdulkerîm Umer, hemû nîvîskarên beşdarî mîhrecanê bûne û bi dehan welatiyên kantona Cizîrê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Ifram Ishaq axivî û serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê pîroz kirin û got ku ew in hêzên ku hemû pêkhateyan û rumetan diparêzin. Ishaq, da zanîn ku Mîhrecana Çîroka Kurdî û hemû çalakiyên çandê bi ked û berxwedana şervanên ku rojane dîroka herêmê bi xwîna xwe dinivîsin pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ?Çîrok, roman û efsaneyên herî rast û divê bêne nivîsandin, niha şervanên YPG/YPJ’ê di çeperên berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê xêz dikin.?
Ifram di dawiya axaftina xwe de hêviyên xwe anî ziman û diyar kir ku Desteya Çandê Mîhrecana çîrokên Suryanî û Erebî jî divê li dar bixe û çanda pêkhateyên herêmê destnîşan bike.
Di Mîhrecanê de her wiha Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid û Endamê Yekîtiya Nivîsakarên Kurd- Sûriya û Endamê Komîteya Amedekar Dîlawerê Zengî jî axivîn û gotin ku armanca wan ji mîhrecanê vejandin û pêşxistina nivîsandina çîroka kurdî ye û bal kişandin ser beşdarbûna jinan ya di mîhrecanê de. Di her dû axaftinan de jî spasiya beşdarên Mîhrecanê hate kirin, û çîrokên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin nirxandin û hate gotin ku Desteya Çandê dê hemû çîrokan wekî pirtûka bi navê ‘Çîrokên Duyemîn Mîhrecana Kurdî’ bên çapkirin.
Peyamên Yekîtiya Nivîskar û Wêjevanên Kur ên Bakur û Başûrê Kurdistanê ku ji Mîhrecanê re hatibûn şandin ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Bajarê Qamişlo Telal Husên ve hate xwendin. Di peyaman de Mîhrecan hate pîrozkirin û rayedarên PDK’ê ku destûr nedan rewşenbîr û nîvîskarên Bakur û Başûr ku derbasî Rojava bibin û beşdarî Mîhrecanê bibin, şermezar kirin.
Di berdewamiya çalakiyên roja dawî ya Mîhrecanê de Koma Pale ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo xelekên govendê pêşkêş kirin, her wiha şanoyek li ser çandê û bandora wê li ser civakê hate pêşkêşkirin. Her wiha stand up hatin pêşkêşkirin.
Paşê 15 xelatên bîranînê li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrecanê hatin belavkirin. Hevserokatiya Kantona Cizîrê cîgirê Hevserokatiyê Ifram Isahq xelatên hatin belavkirin wergirt, Meclîsa Zagonsaz Endamê Meclîsê Ebela Hesen wergirt, Meclîsa Rêveber, Her wiha saziyên çapemeniyê ku ANHA jî di nav de xelat wergirtin.
Di beşê duyemîn ên xelatên bîranînê de Xelat li Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê Bakurê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Başûrê Kurdistanê û komeleya Çand Suryanî hatin belavkirin.
Di qonaxa sêyemîn a belavkirina xelatan de xelat nivîskar Fatma Bîjda çîroka wê yekem derket xelata xwe girt, Zinarîn xalid û Xorşîd Ehemed bi her dû çîrokên xelatên duyemîn wergirtin û Nivîskar Zagros Osman jî bû sêyemîn xelatên xwe wergirtin. Çîrokvan û nivîskar Kajîn Osman jî bi pêşkêşkirina çîrokan tevlî mîhrîcanê bû.
Piştî belavkirina xelatan beşdarvanan xelat li nivîskaran pîroz kirin, û komîteya amadekar belgeyên bîranên li ser navê Mîhrecanê li beşdarvanan belav kirin.
(px-rb /ch)