‘Zarok pêşeroja me ne’
09:25
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê zarokên diçûn kreşa Nûbihara Biçûkan a ku zimanê perwerdê bi Kudî bû qarnê xwe girtin. Bi wesîla vê rojê ji aliyê zaroke ve bernameyek dewlemend hat amadekirin. Malbat û mamoste di derhekê perwerda bi Kurdî de axivin û diyar kirin ku encamê perdê başin û bi hêvine ku xwedî derketina li Kurdî zêdetir bibin.
Şagirtê Kreşa Nûbahara Biçuka qarnê xwe girtin. Ev kireş di sala 2013‘de ji aliyê şaradariya Cizîrê ve hatiye vekirin û zimanê perwerdê bi tamamî bi Kurdî ye.Şagirtê kreşê û mamoste bi wesîla rojê şahî kî amade kirin Hevserokê Şaradariyê, KJA, MAPER( Mala piştgirî û perwerdehiyê ya Melayê Cizîrê ), Kurdî- Der û gelek malbat û zarok tevlî bûn. Zarok leystikên wek Mamê Gur, Pisîk û Kêvroşk, leystin û sitran û helbest gotin. Hêjayî gotinê ye ku bernama ku zaroka amade kiribûn ji aliyê temaşavanan ve bi baldarî hat temaşekirin. Li vê derê Hevseroka Şaradarya Cizîrê Leyla Îmret jî axivî.
‘Em bi hêvîne heya zanîngehê dewam bike’
Leyla diyar kir ku her tim xeyalê wan ew e ku bi zimanê xwe perwerde bibînin û wiha got: ” Îro bi kireşê despê kir em hêvî darin ku zarokên me heya zaningehê perwerdê bi zimanê dayikê bibînin.” Leyla da zanîn ku guhertina civakê bi destê dayikê dibê û wiha dewam kir:”Eger zarok bi zimanê xwe azad bijîn mirov di kare behsa jiyanek azad bike. Ev bi saya tekoşîna 40 salan em dikarin perwerda kurdî bibînin. Ev yek serkeftinek mezin e.” Leyla soza ku li her taxî kreşê bi kurdî vekin û derfetê Kurdî zêde bikin û wiha pêde çû:” Eger zarokek bi zimanê dayikê perwerde bibîne bêhtir serkeftî ye û bi xwe bawere. Loma jî pêwiste zarok bi zimanê xwe perwerde bibîn.”
Di dawiya bernamê de karnê zarokan ji aliyê mamostê wan ve hatin belav kirin.Mamostê Kirêşê û malbat ji me re kireşa zimanê Kurdî nirxandin.
‘Em bi Kurdî dileyzîn’
Mamosteya Kreşa Nûbihara Biçikukan Zînê Dirîcan da zanîn ku pergala perwerdehiya Tirkiyê bi zaroka Kurdî dide jibîrkirin û wiha axivî:” Armanca me ewe ku zarokê zimanê xwe yê dayikê jibîr nekin. Em dixwazin çanda xwe, dîroka xwe bi zarokan bidin fêm kirin.” Zînê di derheqê perwerdê de jî agahî da û diyar kir ku ew zarokan hînê sitranên kurdî dikin û wiha domkir: “Em çîrok û gotinên Kurdî ji wan re vedibêjin. Em bi wan re leystikên Kurdî dileyzin. Dema ev tiştê ku em ji zaroka re dibêjin bi zimanê dayikê bin zarok bêhtir fêm dikin.” Zînê desnişan kir ku ev sala wan a dûyemîn e û malbat her ku diçe xweştir pêşwazî dikin û jimara zarokên krêşê zêde dibe.” Zînê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê Kurdî û li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derbikevin.
‘Zarok pêşeroja me ne’
Mamoste Vecîha Geçken diyar kir ku ji bo ku zarok xwe îfade bikin bernama amade kirine û wiha axivî.”Me îsal kêmasiyên xwe ya sala berê tamam kir. Ji xwe li vê herêmê bi kurdî tê axaftin lê pêwiste zimanê nivîskî jî bi Kurdî be.” Vecîha desnîşan kir ku dema ew bi Kurdî diaxive zarok jê fam dikin û ev yek gelek wê kêfxweş dike û wiha pêde çû:” Dema min sitaj li dibistanên Tirkî didît min ferk kir ku di nava keç û kura de ferk hebû. Em li vê derê ne tenê bi Kurdî di axivin em ferqê di nav zarokan de nakin û em ji hişmendiya baviksalarî nameşînin.”Vacîha got ku zarok pêşeroja wanin û bang li malbata kir ku pêşiya zarokê xwe vakin û wan bişîn dibistanê Kurdî.
‘Zarokê me gelek pêş ketine’
Leyla Balcan a ku zarokê xwe dişîne kreşa Kurdî û gelek kêfxweşin ku zarokên wan karibin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Leyla got ku zarokên wan jî gelek kêfxweşin ku bi Kurdî bi wan re tê axaftin û wiha got:” Dema tên malê tiştê ku fêrbûne ji me re dibêjin. Zarokên me gelek pêş ketine cînarê me wan dibîn dibêjin emê jî zarokê xwe rêkin kreşê.” Leyla got ku wê zarokê xwe şandiye dibistanê Tirkî jî tu feyde ne ditiye zarokê wê ku diçin dibistana Kudî bi xwe bawer û hişyarin û ev tişt got:” Em ji zarokê xwe yê ku diçin dibistanê Tirkî di pirsin em dibêjin ‘Mamoste îro çi ji we re got?’ dibejin ‘Îro sipartekê me nîne lê dema em vê pirsê ji zarokê xwe yê dibistana Kurdî dikin behsa roja xwe dikin."
(ma/rc)