Jin amadekariyên festîfala Zîlanê dikin
10:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin amadekariyên 11'emîn Festîfala Jinê ya Zîlanê ya bi duruşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" dikin.
11'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin. Endama Komîteya Amadekar Ayten Kaplan got, "Em li benda hemû jinan e." Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, xwe ji bo 11'emîn Festîvala Jinê ya Zîlanê made dikin. Festîval wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûnd li navnîşayan Revieverpark Wischlingen 44149 Dortmund were lidarxistin. Festîvala bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê tê lidarxistin" xwedî bernameyeke dewlemend a çandê ye.
Der barê festîvalê de endama Komîteya Amadekar Ayten Kaplan ji ajansa me re axivî û got, "Festîvala me îsal, di kesayetiya Arîn Mîrxan, Silav Efrîn û şervana enternasyonalîst Îvana Hoffmann de diyarî hemû şoreşgerên jin ên li Şengal, Rojava û bi taybetî jî li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. Berxwedana jinê ya li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava, nirxê jinê afirand. Festîvala me jî diyarî jinên li ser navê mirovahiyê şer dikin, hatiye kirin."
Ayten anî ziman ku mîna her salê, ew îsal jî dixwazin ked, yekgirtin û vîna jinên nîşan bidin û got, "Li festîvalê, jin ji siyasetê heta hunerê dikarin ked û xebatên xwe nîşan bidin. Dikarin beşdarî standan û bernameyên çandî bibin." Ayten anî ziman ku rêxistinên jinan ên cuda jî wê beşdarî festîvalê bibin û destnîşan kir ku ev rêxistin wê bi standan re xebatên xwe bidin naskirin. Mîna her salê wê îsal jî di çarçoveya festîvalê de panel werin lidarxistin. Di panela bi mijara 'Jin û xweparastinê' de parlamentera berê ya HDP'ê ya Êlihê û aktîvîsta KJA Ayla Akat Ata, endama Konseya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Omer, Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganîstan (RAWA) nûnerek, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Songul Omurcan û ji parêzerên doza komkujiya Parîsê Vîrgînîe Dûsen wê weke qiseker amade bin.Di bernameya çandê ya festîvalê de jî wê hunermend Pinar Aydinlar, Zelal Gokçe, Meral Tekçe, Koma Dengê Xweza, dengê û koma govendê, hunera xwe pêşkêş bikin."
Ayten her wiha anî ziman ku di festîvalê de wê ji bo zarokan qadeke taybet were avakirin. Ayten diyar kir ku amadekariyên wan ên teknîkî ji bo festîvalê temam bûne û got, "Em li benda hemû jinan e. Bila her kes bi cîran û hevalên xwe re bên festîvalê. Ji bo pîrozkirina destketiyên berxwqedana Kobanê yên efsaneyî û serketina HDP'ê, em li bendê ne ku hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî festîvala me bibin. Em serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de pîroz dikin. Li Tirkiyeyê jiyaneke nû destpê kir. Di serî de jin, em hemû hevalên hatine hilbijartin pîroz dikin, di karê wan de serketinê dixwazin."
(zt)