Mihrîcana çîrokên kurdî destpêkir
10:33
Perwîn Xelîl /JINHA
QAMİŞLO - Bi durişmeya ''Çîrok neynûka civakê ye'' desteya çand û hûner li kantona Cizîrê mihrîcana çîroka kurdî li darxist.Bi amedebûna bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo û di nava wan de rewşenbîr, nivîskar, serokên desteyan ên rêveberiya xweseriya demoqratîk, desteya çand û hûnerê ya kantona Cizîrê duyemîn mihrîcan çîroka kurdî bi durişmeya ''çîrok neynûka civakê ye'' dane destpêkirin û wê heta 12'ê Hezîranê wê bidome.
Desteya çand û hûnerê mihrîcan bi şahiyekê da destpêkirin, şahî bi deqeyek rêzgiritinê dest pêkir û piştre li ser navê Rêvebiriyê Serokê desteya derve Ebdulkerîm Omer, li ser navê desteya çand û hûner Seroka Destayê Bêrîvan Xalid, li ser navê Yeketiya rewşenbîran Dîlewar Zenkî û li ser navê tevgera çand û hûner Roha Hisên axivîn û mihrîcana çîrokên kurdî li tevahî çîrokvanan û gel pîroz kirin.
'Ji bo ji nûve vejînkirina çand kurdî'
Derbarê mihrîcanê de, armanca vekirina wê û şêwazê lidarxistina wê de Seroka Desteya çandê Bêrîvan Xalîd axivî û wiha got: ''Armanca lidarxistina mihrîcanê ewe ku em çanda kurdî bi çîrokên xwe bidin naskirin. Em ji çanda xwe ya çîrokan hatine dûrxistin. Her wiha armanca me ji mihrîcanê, nivîskarên çîrokên kurdî nasbikin û asta wan bibînin."
Bêrîvan derbarê girîngiya roja pêkanîna mihrîcanê de wiha peyivî: ''Di rojeke wek îro de di sala 1913'an de cara yekemîn çîroka kurdî li Stenbulê ji aliyê nivîskarê kurd Fûad Temo di rojnemaya çîrok de hat belavkirin û me dixwast di vê rojê de be ji ber ku wek dîrokekê ji çîroka kurdî re be.''
'Dê xelat were belav kirin'
Derbarê hijmara çîrokvanan de Bêrîvan agahî dan û wiha got: ''Wek tê zanîn sala çûyî jî wek pêşbirek hate li darxistin û tenê 15 çîrokvan hebûn. Lê îsal 34 kes tevlî mihrîcanê bûn û ji sedî 40 jî, jê jinin. Me dixwast wekhev wek hev bigrin dest lê belê ji ber ku gelek çîrokvanên me bi erebî dinivîsînin lê ev mihrîcan bi kurdi ye. Mihrîcana ku me daye despêkirin ne tenê bi Kantonan ve girê deye, her wiha mêvanên me ji bakûrê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê hene. Mêvanên me bi pirtûkên çîroka a ku nivîsîne tevlî mihrîcanê bûn."
Bêrîvan derbarê bernameya ku ji bo mihrîcanê amede kirine de wiha got: ''Wê rojane ji saat 5'an de heta saat 7'an de wê rojê 7 çîrok wê werin xwandine û roja dawî jî belavkirina xelata heye. Komîteyeke çavdêr jî heye wê çîrokan binirxîne û çavdêriya wan li gorî zimanê kurdî ye û zimanê xwe çiqas xurte, li ser sîstema çîrokê û pîvana wê jî ku her çîrokeke zêdeyî sê pelan tune be û cara yekemîn be tê xwandin û ji aliyê çîrokvan bi xwe jî were xwandin, pîvanê çîrokê pirin wê ji aliyê komîteyê ve werin çavdêrin kirin. li ser sê astan wê xelat were belavkirin.''
'Dîrok bi destê nivîskaran tê nivîsandin'
Bêrîvan wiha domkir: ''Bi rastî îro ji bo me rojeke dîrokiye û ji bo me gelek bi coşe. Hêviya me ew e ku nivîskar û rewşenbîr dîsa vegerin nivîsê û çanda çîroka kurdî ji nûve vejîn bikin, dîrok bi destê nivîskaran tê nivîsandin û em bi hêvîne ev mihrîcan bi serkeftî bi dawî bibe.''
koma Pale ya navenda çand û hûner a Mihemed Şêxo stranên xwe yên fliklorî pêşkêş kirin. Şahî bi vekirin pêşengeheke wênesazî û îmzekirina pirtûka helbestvan Mihemed Elî Beşîr ji aliyê seroka desteya çandê Bêrîvan Xalid bi dawî bû.
(rc)