Li Rojava zarok bi zimanê dayîkê mezin dibin

09:02

Şînda Abdullah/JINHA

DIRBÊSIYÊ - Zarokên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi zımanê kurdî sitran û hilbestan vedibêjin.

Di nava şoreşa Rojavayê kurdistanê de, li kêleka gelek xebatên înşayê, şoreşa ziman jî tê pêş xistin û di nava her dibistanekê de zarok dersên kurdî dibînin. Zarokên bajarê Dirbêsiyê jî kêfxweşiyên xwe ji bo zimanê dayikê di dema navbera piştî waneya ziman de kêfxweşiya xwe tînin ser ziman. Zarok derbarê ziman û xebatên xwe hestê xwe wiha bilêv kirin: "Em di nava dibistanê de dersên bi zimanê kurdî dibin û em pir ji zimanê xwe hezdikin."

Zarokan gotin ku ew kêf xweşdibin dema ku bi zimanê dayika xwe wane dibînin . Zaroka bi navê Rojda yûnis bi zimanê kurdî helbestek li ser bajarê Qamişlo xwend û zarokên bi navê Şêrîn Mihemed û Evîn Ahmed jî bi zimanê kurdî sitran vegotin.

(rc)