KURDÎ-DER dê êşa Zîlanê bi hunerê bibîr bînin
09:18
Vildan Atmaca/JINHA
WAN - Yek ji êşên gelê kurd ên nayên ji bîrkirin û hej birîna wê derman nebûye Komkujiya Geliyê Zilan e. Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşa Wanê, bi boneya kesên di komkujiya Geliyê Zilan de jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne pêşbirgekê pêk tîne. KURDÎ-DER'ê ji bo helbest, nivîs, çîrok, kompozisyon û resîman binivîse û xêz bike hemû kes dawetî pêşbirgê kir û xwest bi hunera xwe balê bikşînin ser komkujiyê û êşa Geliyê Zilan parve bikin.
Li Geliyê Zilan a navçeya Erdîşa Wanê di 17'ê Tîrmeha sala 1930'an de li dijî gelê Zîlanê komkujî pêk hat û bi hezaran kurd di gulebaranê de hatin qetilkirin. 85 sal di ser komkujiyê re derbas bû. Lê hêj hesabê komkujiyê nehat pirsîn û komkujî nehat ronîkirin. Bi minasebeta 85'emîn salvegera komkujiya Geliyê Zilanê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşa Wanê bernameya pêşbirgê pêk tîne. Şaxa KURDÎ-DER'ê bi helbest, nivîs, kampasyon û wêneyan bernameya pêşbirgê pêk tîne. Dêkildarî pêşbirgê Seroka KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê Esma Eren, diyar kir ku her sal êşa wan nû dibe û her sal komkujiya bi serê kurdan de hatiye ji nûve tê bîra wan. Esma, da zanîn ku ew jî wekî KURDÎ-DER'ê bi boneya vê êşa gel parve bikin û sivik bikin bi huner û wêneyê bînin ziman pêşbirgek bi vî rengî pêk tînin. Esma, destnîşan kir ku komkujiya Zîlanê her sal wekî zimêrê dikeve guhê wan û sal bi sal xwe nû dike û wiha got: "85 salin ev komkujî her sal wekî zengilekî dikeve guhê me û êşa wê xwe nû dike. Em dê vê êşê bi helbest nivîs û kompozisyon û wêneyan bi gelê herêmê re parve bikin. Em dê ji bo pêşbirga nivîs û hunerê heta 20'ê Tirmehê serlêdanan qebûl bikin. Em dê di 21'ê Tîrmehê de jî pêşbirgê pêk bînin. Em dê vê bernameyê diyarî Berxwedana Kobanê bikin. Ji bo me ev berhemên ku li hev kom bibin pir bi qîmet in. Ji ber ku hemû dê têkildarî komkujiyê bên nivîsandin dê wêje û hunera li ser komkujiyê nîşan bide."
'Zîlan qêrîna bê dawî ye'
Esma, bibîr xist ku di dîrokê de gelek komkujiyên mezin bi serê kurdan de hatiye û Zilan jî yek ji komkujiyên ku qerîna bêdawî ye. Esma, anî ziman ku di sala 1930'an de bi hezaran zarok, jin mezin hatin qetilkirin. Em gelê Erdîşê her sal vê êşê di dilê xwe de hîs dikin û dijîn. Komkujiya Zîlan qerîna bê dawi ye. Qerîna bêdeng e."
(mae/rc)