Handan Çaglayan: Di malekê de 3 nişf û 2 ziman asê mane
09:32
Zehra Dogan/JINHA
AMED - Nivîskar Handan Çaglayan, li ser 3 nifş û 2 zimanên di malekê de asê mane lêkolîn kir û pirtûka bi navê "Di malekê de zimanê cuda" nivîsand. Handan Çaglayan, diyar kir ku di malekê de 3 nifş û 2 zimanên asê mane hene û wiha got: "Zarokên kurd edî naxwazin bi kurdî bi axivin. Nifşê duyemîn dayik jî êdî nikarin bi kurdî bi axivin. Nifşên seyemîn kal û pîr jî bi tirkî nizanin û nikarin bi tirkî êdî ji zarokên xwe hez bikin."
Nivîskar û akademîsyen Handan Çaglayan di çarçoveya xebatên DÎSA de li ser rewşa ziman û 3 nifşên di malekê de lêkolîn kir. Nivîskar lêkolîna xwe ya li ser ziman û nifşên malê pirtûka bi navê "Di malekê de zimanên cuda" ji Weşanxaneya Lîsê çap kir. Handan li Amed, Edene û Tekîrdagê li ser malbatên kurd lêkolîn kir. Handan, hem bi malbatan re, hem bi dibistanan û hem jî bi nûnerên saziyên sivîl re hevdîtin kir. Me jî têkildarî pirtûk û lêkolînê bi Nivîskar Akademîsyen Handan Çaglayan re hevdîtin kir. Handan, anî ziman ku têkildarî mijarê ji heman malbatê bi sê nifşan re hevdîtin kirine û jiyana rojane ya malbatê şopandine. Handan, da zanîn ku wan xebata xwe li Amedê dest pê kir û piştre jî ji ber koçberiya bi zorê li ser kesên koçberî Edeneyê kirine lêkolîn kir û wiha got: "Me di lêkolînê de xwe di nava karekî kûr û giran de dît. Di malbatekê de pîra ku qet bi tirkî nizane, dayikek ku bi tirkî fam dike, lê nikare biaxive û zarokê hindik bi kurdî fam dike û nikare bi kurdî bi axive dît. Me li ser jiyana wan a rojane û têkiliyên wan lêkolîn kir."
'Li rojavayê Tirkiyê ji bo bê qebûlkirin neçar e bi tirkî zanibe'
Handan anî ziman ku her ji Kurdistanê dûr ketin dîtin ku bêtir zimanê kurdî winda dibe û wiha got: "Me li taxa Daglioglu ya Edeneyê jî lêkolîn kir. Li vir mexdûrên koçberiyê di nava xwe de bi kurdî di axivin. Dikarin li dervê malê jî bi kesên derve re bi kurdî biaxivin. Lê li Çorluya Tekîrdagê malbat li malê bi kurdî biaxivin jî nikarin li derve bi kurdî biaxivin. Bi tirkî nizanibin jî mecbûr diminin ku ferî tirkî bibin. Ji ber ku ji bo bên qebûlkirin divê bi tirkî zanibin. Me bi ciwanekî re hevdîtin kir. Got: "Ez çûm fatûreya ceyranê razînim. Ez bi awayekî fîzîkî zêde naşibim kurdan. Ji ber vê yekê helwesta însanan li hemberî min asay bû. Piştî demekê telefona min lê da. Dayika min li min gerya bû. Ji ber dayika min bi tirkî nizanibû min mecbûr bi kurdî bersîv da. Wê demê nerîna hemû mirovên li wir li hemberî min hat guhertin. Li Edene û Çorlu nifşê yekem û nifşê 3'yem êdî bi zorê hev fam dikin."
'Hezkirina bi zimanê biyanî zahmet e'
Handan, destnîşan kir ku ji ber ziman zarok û malbat nikarin bi hêsanî hev fam bikin û wiha berdewam kir: "Di navbera zarok û dayik û bav de pirsgirêka ragihandinê heye. Dîsa di navbera nevî, kal û pîr de jî pirsgirêk heye. Di nava nevî, kal û pîr de qutbûn çêbûye. Ji bo karibin bi neviyên xwe re têkiliyê dînin neçar dimînin ku fêrî tîrkî bibin. Lê dîsa jî nevî naxwazin wan fam bikin. Di malekê de du nifşên bûne biyaniyên hev hene. Niha gelek malbatên kurd ên koçber kirine ketine vê rewşê. Gelek zarok li kolan, kuçe û dibistanan fêri tirkî bûne û êdî dilê xwe dibişînin axaftina tirkî ya tv û kesên navdar. Dayik û bav di axaftina kurdî de israr dikin, lê zarok vê yekê red dikin. Dema mirov mînak bide, dayik û bavên bi perwerde zimanê wan ên fikrê tirkî ye, bixwazin jî nikarin zarok fêrî kurdî bikin. Li aliye din dayik û bavên bê perwerde jî ji ber pergalê tirkî bi zarokên wan şêrin kiriye zarok zimanê dayik û bavên xwe wekî zimanê tahl dibînin. Dema em bi gelek zarokan re axivîn. kurdî wekî zimanê zarokên xizan, qirêj û nexweş dîtin. Zimanê tirkî jî wekî zimanê zarokên xweşik dewlemend û zane dîtin."
'Ger ku tirkî ne mecbûri bûya dê xweştir bi axiviyana'
Handan, destnîşan kir ku malbatên ku li dervê welat dijîn kurdiya wan hîn baştir e û baştir fêrî kurdî bûne. Handan, destnîşan kir ku ji ber li Ewropayê hiyerarşiya ziman tune û li gelek welatên Ewropayê perwerdehiya pir zimanî heye. Malbatên bi kurdî di axivin ew qas serkeftî zimanê wî welatî jî xweş di axivin. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wisa tune. Ji ber qedexe û zordariyê ziman hatiye qedexekirin û zarok êdî nikarin bi du zimanan jî xwe îfade bikin. Di malbatekê de di nava 3 nifşan de 2 ziman hatine asêkirin. Ger ku li Tirkiyeyê her kes bi zimanê dayikê axivîbûna wê demê dê ziman baştir pêş ketibûna. Ji xwe kurd bi tirkî diaxivin. Lê dê kurdî neketiya nava zahmetiyê. Kurd ji bo nivîskarên wekî Melih Cevdet Anday, Nazim Hikmet, Sabahattîn Alî bixwînin ji xwe kurd dê ziman fêr bibûna.
'Mirov nikarin evîna xwe jî bi zimanê xwe bijîn'
Handan, bibîr xist ku êdi kurd ketine halê ku nikaribin helbest, wêje û hunera xwe jî bi kurdî binivîsin û wiha got: "Gelê kurd xwedî huner, wêje û berhemên wekî Mum û Zîn, Dewreş û Edulê, Siyabaned û Xecê ne. Lê zarokên kurdan li kurdî zor dikin û destûr nadin ku wêjeya xwe fêr bibin. Êdî nikarin evîn û şîna xwe bi kurdî bijîn. Êdî nikarin peyvên evîna mezin a Evdalê Zeynikê binîn ziman. Ev jî têrê nakin dixwazin heskirin û evînek hundirê wê vala bi zarokan bidin jiyandin. Ciwanên niha jî êdî bi evînek pûç û vala dijîn. Ev ji bo kurd û tirkan tevan wisa ye. Li welatê ku rojê 5 jin tên qetilkirin ji ber serdestiya feraseta mêr û hişmendiya dewleta serdest ev modela evînê û bişaftina ziman pêş dikeve. Êdî ji ber ziman têk diçe ne hîs, ne evîn û ne jî hest zindî dimînin û hemû pûç dibin."
'Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
Handan, da zanin ku li Kurdistanê ancak kurdî bi fîlmên karton û filmên zarokan dikare pêş bikeve û pêwiste êdî kurdî bibe zimanê jiyanê. Handan, xwest êdî dayik û bav zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê û bi kurdî bijîn.
(mae/rc)