11. Festîvala Jinê ya Zîlan di 13'ê Hezîranê de ye
12:05
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - 11'e mîn Mihrîcana Jinê ya Zîlan, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" were lidarxistin.
Mihrîcana Jinê ya Zîlan ku îsal cara 11'e mîn tê lidarxistin, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê pêk were. Di Mihrîcanê de, di kesayetiya berxwedanên Rojava û Şengalê de wê hemû jinên li cîhanê li ber xwe didin bên silavkirin.
Dirûşmên bingehîn ên Mihrîcanê jî "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" û "Jin bi Rêbertiya azad re neteweya demokratîk ava dikin" e. Mihrîcana ku her sal bi awayekî kevneşop ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ve tê organîzekirin, ji Meclîsên Jinên Kurd jî destekê dibîne.
Endama Desteya Rêveber a CENÎ Ayten Kaplan diyar kir ku ew dixwazin bi Mihrîcanê re sînoran derbas bikin. Ayten da xuyakirin ku mihrîcan ji bo danasîna keda jinê zemîneke girîng e.
Ayten got, "Em mihrîcana îsal di kesayetiya şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava Efrîn, sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan û şehîda Rojava Îvana Hoffmann a enternasyonalîst de, diyarî hemû jinên di berxwedanên li Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, dikin" û destnîşan kir ku ew ê di mihrîcanê de xwedî li Fehrûde ya li Afganîstanê û Ferînaz a li Mahabadê derkevin.
Ayten diyar kir ku ji bo festîvalê ev 6 meh in ew amadekariyan dikin û tevî jinên Kurd ew li bendê ne ji tevgerên jinê yên berxwedana enternasyonalîst ên li Fransa, Hollanda, Belçîka û Elmanyayê li benda tevlîbûneke xurt in. Ayten ev bang kir: "Ev mihrîcan eynika têkoşîna jinê ye. Ji bo yên dixwazin me nas bikin ev zemîneke. Ji bo hevalên me yên jinên ciwan tecrûbeya berxwedana jinê hîn bibin, fêm bikin û bidin jiyîn, cihekî kombûnê ye. Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî mihrîcanê bibin."
Ayten diyar kir ku mihrîcan xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye.
(rc)