Li Mêrdînê ji bo jinan kampaniya pirtûka
14:11
JINHA
MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi durişmeya "Jin bixwîne dê cîhanê biguherîne, ji bo guhartinê bila pirtûkeke ji te bê" ji bo pirtûkxanê kampaniya da despêkirin.
Ji aliyê Serokê Daîreya Polîtîka ya Jinan a Şaradariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê, ji bo pirtûkxaneya Navenda Jinan a Arînê bi durişmeya "Jin bixwîne dê cîhanê biguherîne, ji bo guhartinê bila pirtûkeke ji te bê" bi startekê ve kampaniye da despêkirin. Pirtûkên ku di kampaniyê de werin berhev kirin dê li pirtûkxaneya Navenda Jinan a Arînê bê bi cih kirin. Bi vê şêwayê jinên Mêrdînê dê bi hêsanî xwe bighînin pirtûkan û bixwînin. Afîşên ku bi armanca kampanya yê hatine amede kirin li gelek cihê bajêr hatin daliqandin. Hat diyar kirin ku, welatiyên ku dixwezin piştgiriyê bidin vê kampaniyê, pêwîste bibin ji Serokê Daîreya Polîtîka ya Jinan a Şaradariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê.
(rc)