Bi xêzên Rachel Ignotofsky dana nasîna neh jinên zanyar

11:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîroka cîhanê de ji ber feraseta zilam a serdest, her dem ked, huner û serkeftinên jinê tune tên hesibandin û li ber çavan nayên girtin. Hunermend Rachel Ignotofsky bi xêzan serkeftina hêza neh jinên zanyar li pêş çavan raxist. Rachel, bi xêzên xwe têkoşîna jinên zanyar û serkeftina wan ku di bin siya zilamê serdest de maye nîşan dide.


Nîvê serjimara cîhanê ji jinan pêk tê. Lê li gel vê rastiyê ked, huner û serkeftina jinan nayê dîtin û ya heyî jî tune tê hesibandin. Ji ber feraseta mêr û serdest ked û serkeftina jinan winda dibe û tune dibe. Lê her çend ked û zanîna jinê neyê dîtin jî jin wekî her qadê jiyanê di qada zanistiyê de jî serkeftinên mezin bi dest xistine. Her çend zilaman Laboratuarên zanistî û zanyariyê dagir kiribin û hunera jinê di nava xwe de fetisandtibin jî, hêza ked û zanyariya jinê destûr nedaye ku ev zanina wê winda bibe û xwe ji nava dagirkeriya zilam rizgar kiriye. Heta niha her dem zilam ked û zanîna jinê tune hesibandiye û desteser kiriye. Medya jî her dem bi gotinên "Qada Mêran" bi nav kiriye û qada zanistî wekî qadê mêr daye qebûlkirin. Hunermend Rachel Ignotofsky, bi boneya vê feraset û hişmendiya ku bi destê mêr û medya hatiye avakirin hilweşîne serketina neh jinên serkeftî xêz kir.

Ka li xebata îlîstrasyonê ya hunermendê ya hunera neh jinên zanyar ku di kovara Giaga de binêrin


Yekemîn paleontolojist a Cîhanê: Mary Anning

Mary Anning, ku hêz û eşqê dide Charles Darwin, fosilan kom dike û paleontolojist e. Çîroka wê ya hêzdayînê ji salên 1809 û 1811'an de dest pê dike. Hêj 10-12 salî bû, bermahiyên dînazoran keşif kir û hemû bermahiyên dînazoran derxistine ruyê erdê. Ji ber vê keşfê kesa yekem navê paleontolojist a cîhanê wergirtiye. Mary Anning, di heman demê de yekem cina erdkolojî kiriye. Yekem fosîlê dîtiye jî T-Rex e. Bêyî ku zerarê bide fosîl ji nava ax û tahtê derxistiye û parastiye.

Afirînera Tevgera Ekolojiya Nûjen Rachel Louise Carson

Rachel Louise Carson (27 Gulan 1907-14 Nîsan 1964). Bi yekîneya xwe bi hêzek mezin bi xwezayê ve hat girêdan û bi hezkirin û girêdanek mezin bi zindiyan re ket nava dan û stendinê. Bi nivîsandina pirtûka "Bahara bêdeng" tovê tekoşîna ekolojiya cîhanê avêt û zoologa navdar a cîhanê ye. Lekolîner û nivîskar e. Zerarê îlaca kêzika DDT îspat kiriye û dostê xwezayê ye. Zanyarek navdar a cîhanê ye. Bi tekoşîna azadiya zayendî jî cihekî taybet digire.

Marie Curie zanistî ava kiriye û pêş xistiye


Kîmyager û Fîziknas Marie Curie (7 Mijdar 1867 - 4 Tîrmeh 1934). Sazumankara zanistiya radyolojiye. Xelata Nobelê wergirtiye. Marie, bi alîkariya Uranyumê radyoaktivite keşifkiriye û mohra xwe li zanistiyê xistiye. Taybetiya radyoaktîfê ya maddeya Toryumê dît xizmetek mezin li qada tenduristiyê kiriye.

Valentina Tereşkova. Yekem jina ku derketiye fezayê û 48 caran li dora cîhanê zîviriye ye. Sê rojan li fezayê ma.

Harlem (4 mijdara 1942). Li New Yorkê ji dayik bûye û bijişka çavan û mucit e.

Grace Murray Hopper, dayika cîhana bîlgisayarê (9 Kanûn 1906 - 1 Çile1992). Zanyara bilgisayarê ya Emeriqî ye. Yekem bernamekara Bilgisayara Harvard Markê ye.


Rosalind Franklin: Hêj 15 salî bû, biryar da ku bibe zanyarek jin. Li Îngîlîstanê li dibistanên fîzîk û kîmyayê bi jîrbûna xwe derket pêş. Di qada bîlgîsayarê de hêza xwe nîşan da. Li Fransayê 3 salan xebitî û li ser tirêjên X lêkolin kir.


Dame Jane Goodall: Primatologa Îngîlîz e. Etolog û antropologê. Di jiyana Sekreter Jane Goodall de cihekî taybet digire. Asistana antropolog Louis Leakey e. Di salên 1960'an de li Tanzanya li ser şempanzeyan lêkolîn kiriye. Ji zanîngeha Cambridgeyê doktora kir. Derxist holê ku hemû zindî wekî mirovan xwedî hest, hiş û karakter in.

Hedy Lamarr: Yekem lîstikvana tazî ya sînemaya cîhanê ye. Bi îcadên xwe yên frekansên radyo (Pêlên Deng) û teşeyên senkronizeyê tê nasîn. Disa cihê torpidoyan tespît kiriye. Piştî fêr bû ku hevserê wê yê ji Avusturyayê ye bazirganiya çekan dike dest ji wî berda û ew terk kir. herî dawi koçî Hollywoode kir.

(mae/rc)