Nesrîn Uçarlar: Pêşeroja Tirkiyê ya geş bi rûqaliya paşerojê ve girêdaye

09:23

Zehra Dogan/JINHA

AMED - Lekolîner û Nivîskara pirtûka "Tu tişt ne di cihê xwe deye" Nesrin Uçarlar, çîroka malbatên qurbanên kujerên wan nediyar ên di salên 1990'an de li Tirkiyeyê hatin qetilkirin nivîsand. Nesrîn, destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêş bikeve û Tirkiye ber bi pêşeroja tenduristî ve biçe pêwiste berî her tiştî lêborînê ji paşerojê bixwazin û tirk kurdan fam bikin û wiha got: "Divê Tirkiye jî wekî Almanyayê bîrdariyên şermê biçikilîne û li gel vê yekê birdariyên kesên hatine qetilkirin jî bên çikilandin. Pêwiste ji bo qurbanan bîranîn bên kirin û komîsyonên heqîqetê bên avakirin."


Lêkolîner, akademîsyen û nivîskar Nesrîn Uçarlar, li ser jiyana malbat û kesên di salên 1990'an de ji aliyê kujerên nediyar ve hatin qetilkirin pirtûka "Tu tişt ne di cihê xwe de ye" nivîsand û li weşanxaneya Îletişîmê çap kir. Nesrîn, bi malbatên hatine qetilkirin re hevdîtin pêk anî û çîrok û serpêhatiyên wan di pirtûkê de kom kir. Nesrîn bi vê pirtûkê bûyerên salên 1990'an ên wekî îşkence, kuştin, binçavkirin, girtin û windakirinan ronî dike û li ser rêbaza ronîkirin û rûqaliya rastiyê bingehekê ava dike. Nesrîn bi Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DİSA) re hevpar lekolîn kir bûyeran piranî ronî dike. Nesrîn, li Mûş, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Elih û Amedê bi xizm û malbatên windayan re hevdîtin pêk anî. Nesrîn têkildarî navê pirtûkê ya "Tu tişt ne di cihê xwe de ye" wiha got: "Di pêvajoya lêkolînê de her dem xanî û gundên hilweşiya yî gundên bêdeng û warên bê xwedî derketin pêşberî me. Me li Şirnexê landikek ku avêtibûn nava goristanê dît. Vê landikê li dijî mirinê serî hilda bû. Me bi vê yekê fam kir ku li herêmê tu tişt ne li cihê xwe ye."

'Malbatan hêj wate nedaye bûyeran'

Nesrîn, da zanîn ku êdî ne pêkan e her tişt wekî berê bibe û tiştek nayê cihê xwe. Nesrîn, têkildarî armanca lêkolîn û nivîsandina pirtûkê wiha anî ziman: "Bi boneya ez balê bikşînin ser binpêkirina mafên mirovan û Tirkiyeyê ji vê yekê agahdar bikim min lêkolînek bi vî rengî kir. Bi boneya ez rê li pêşiya windayan bigirim û windayên hatine kirin dîsa bînim şûna wan min ev lêkolîn kir. Bi boneya lêpirsîna hişmendiyê bê kirin min ev lêkolîn kir. Min bi hemû malbatên ku hevdîtin bi wan re kir pirsa "Çima" ji me pirsîn. Malbatan gotin "Çima zarokên me li ber çavên me revandin û çima li ber çavên me qetil kirin. Dayikên ku mal û gundê wan li ber çavên wan hatin şewitandin her dem pirsa "çima?" dipirsin. Zarokên ku xaniyên wan û gundê wan bê wext hatin hilweşandin û şewitandin. Malbatên ku zarok û bavê wan hatin qetilkirin hêji wate nedane van qetilkirin û talankirinê. Bê guman di ferqa van tiştan dene. Lê wate nadin ka çima 20 salin hêj edalet cihê xwe nabîne. Malbatên ku ji bo kujer bên darizandin têdikoşin, diyar dikin ku êdî bendewarî û hêviyên wan ji dewletê nemaye. Ji ber vê yekê êdî mirovan ji bo çareseriyê berê xwe dane qadek din û ji cihekî din hêvî dikin. Ji ber vê yekê ji cihekî din edaletê dibînin."

'Pergala hiqûqê pir dûr e'

Nesrîn, da zanîn ku gelê kurd ji tirkan xeyidîne û bi salan in, ji tu aliyên wekheviyê sûd negirtine û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê ye gel êdi Kurdistana Azad dixwaze. Ez wan mafdar dibînim. Ji ber ku êdî bingeha ku kurd di nava vê pergalê de li edaletê bigere nemaye. Gelek malbat nikarin têkildarî kuştinê dozê jî vekin. Ji bo malbatan pergala hiqûqê pir dûr e. Li aliyê din malbat nikarin parêzeran bibînin û nikarin ji bo parêzeran pereyan jî temîn bikin. Ger ku bigêjin hiqûqê jî nikarin dozê vekin. Dozên ku tên vekirin jî bê encam dimînin. Min bi malbatek ku di dadgehê de bi kujerê hevserê xwe re hat rûqali hev, hevditin kir. Jina ku hevserê wê hat şewitandin, diyar kir ku li dadgehê bi kujer re hat hemberî hev û wê demê xwest ku kujer bikuje. Lê piştre ji ber têkoşîna xwe fikra xwe guhertiye û xwe ne xistiye asta wî."


'Heta bi paşerojê re neyên rûqalî hev pêşerojek geş ne pêkan e'

Nesrîn destnîşan kir ku ji bo Tirkiye ber bi pêşerojek xweş û geş ve bimeşe divê berî her tiştî Tirkiye li paşeroja xwe vegere û ji bo paşeroja xwe lêborîn bixwaze. Nesrin, destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêş bikeve û Tirkiye ber bi pêşeroja tenduristî ve biçe pêwiste berî her tiştî lêborînê ji paşerojê bixwazin û tirk kurdan fam bikin û wiha got: "Divê Tirkiye jî wekî Almanyayê bîrdariyên şermê biçikilîne û li gel vê yekê birdariyên kesên hatine qetilkirin jî bên çikilandin. Pêwiste ji bo qurbanan bîranîn bên kirin û komîsyonên heqîqetê bên avakirin."

Nesrîn bal kişand ser mînaka komîsyona Heqîqetê ya Guatemala wiha got: "Ev rapor niha di mufredatên dibistanê de wekî dersa mecbûrî tê dayîn û wiha berdewam kir: "Gelek mînakên bi vî rengî hene. Wekî Almanyayê leşkerên nazî dibin mijara dersan. Divê li Tirkiyeyê jî wekî Almanyayê bîrdariyên şermê bên avakirin. "

'Başe Abdullah Ocalan û Xwedê heye'


Nesrîn xwest war û cihên ku kurd lê dijiyan ji bo rastiyê winda bikin lê komkujî pêk anîn bibe muze wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku em heqîqeta xwe ava bikin wê demê tu pergal nikare ji heqîqetê bireve. Dewlet dikare bi bîrdariyan xwe ji paşeroja xwe xelas bike. Başe ku Xwedê û Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku malbat bawer dikin ev êşa wan Xwedê û Abdullah Ocalan derman bike. Bawer dikin ku têkoşîna PKK'ê vê êşa wan kêm bike. Li gel vê êşa giran tu kurd ji tirkan nefretê nakin. Kurt baş dewletê û tirkan ji hev cuda dike û dizanin her tişt bi destê dewletê pêk hatiye. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî bi paşerojê re rûqalî çêbibe. "

(mae/rc)