Li Eshâb-i Keyfê dua dê ji bo HDP'ê bên xwendin
12:22
JINHA
AMED - Şaredariya Liceyê îsal 4'emîn şahiya Eshâb-i Keyfê pêk tîne. Di şahiyê de dua dê ji bo HDP'e bên xwendin.
Li gundê Dêrkamê yê Liceya Amedê Şaredariya Liceyê 4 salin wekî kevneşopiyekê li şikeftên Eshâb-i Keyfê şahiyê pêk tîne. Her sal bi hezaran welatî diçin şikeftê ziyaret dikin û duayan dixwînin. Her sal di 28'ê Gulanê de bi hezaran welatî ji navçe û navenda Amedê berê xwe didin warê pîroz Eshâb-i Keyfê û li vir şahiyan pêk tînin. Dua dikin û hêvî û daxwazan dikin. Îsal jî Şaredariya Karazê li vî warê pîroz Eshâb-i Keyfê şahiyekê organîze dike. Şaredarî li vir konserekê amade dike. Bi hezaran welatî, şaredar û namzetên HDP'ê endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê dê beşdar bibin.
Her sal şahî vedigerin pîrozbahiyan
Têkildarî şahiya ku li Eshâb-i Keyfê pêk bê, berpirsiyara Navenda Çanda Aziz Ferdî Akayê Leyla Aksoy, nirxandin kir. Leyla, li ser wate û dîroka Eshâb-i Keyfê rawestiya û wiha got: "Heft ciwanên bawermend, ji ber zilma împaratoriya putperestan reviyan û hatin li vê şikeftê bi cih bûn. Ji ber vê yekê her sal di 28'ê Gulanê de li vir şahî tên lidarxistin û wekî roja ku ew hişyar bûne tê binavkirin. Her sal bi hezaran kes tên li vir digerin, ziyaret dikin û duayan dixwînin. Li Eshâb-i Keyfê duayan dixwînin, daxwaz û hêviyan dikin. Qurban tê dayîn û tên li vir seyranê dikin. Her sal şahî wekî pîrozbahiyan derbas dibin. Em jî 4 salin bi rêk û pêk şahiyan li vir pêk tînin û me ev yek kir wekî kevneşopiyekê. Em bi gelê xwe re li hev kom dibin. Em îsal jî şaredariyên Lice, Hênê û Karaz bi hevre vê şahiyê pêk tînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê şahiyê bibin."
'Ji bo HDP bi ser bikeve em dê duayan bikin'
Welatiya ji Karazê Ayşan Sangur ku her sal beşdarî şahiya Eshâb-i Keyfê dibe jî axivî û wiha got: "Em her sal tên li vir duayan dikin. Îsal ji bo me wateya wê cuda ye. Em dê bên li vir ji bo serkeftina HDP'ê duayan bikin. Em dê daxwazên xwe yên aşîtiyê û serkeftinê bikin. Ez sê roj berê hatim vir û min dua kir. Ger ku HDP bi ser bikeve ez dê qurbanekê bidim."
Dîroka Eshab-i Keyfê
Li gorî efsaneyan kralê bi navê Dakyus (Dakyanus ango Decius) li welatekî putperest 7 ciwanên Hıristiyan tawan bar dike. 7 birayên ku ji yek xwedayî bawer dikin li gel şivan û kuçikekî ji Dakyanusê zalim direvin û tên dikevin şikefta Eshâb-i Keyfê. Kralê ku helwesta li dijî Putperestiyê dibîne, biryara kuştina 7 birayan dide. Kral ferman dide ku derê şikeftê bigirin. 7 bira radizên û 300 salan li vir dimînin. Pişti 300 sali hişyar dibin û dema derdikevin ku her tişt hatiye guhertin û dîsa diçin şikeftê. Piştre êdî agahî ji wan nayê girtin.
(mae/rc)