Helbestek li ser pelê çixarê û tîpên li ser berfê…
09:15
Mîzgin Adim/JINHA
ŞIRNEX – Helbestvan Fatma Savcî di 16 saliya xwe de tevlî rafên PKK’ê bû. Li ser berfê hînî tipên kurdî bû, di girtîgehê de li ser pelê çixarê pirtuka xwe ya yekemin nivîsî.
Me bi Helbestvan Fatma Savciya ya ku ji bo tevlî 9’emin Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê bibe hetî Cizîra Botan re hevpeyvînek pêkanî. Teqez her helbestvanek xweiyê çîrokek jiyanê ye; lê dema helbestvan jin be dibe ku ev çîrok balkêştir be. Ji ber ku Fatma helbestvaneke bi dilê xwe dijî em jî li ber peravên Çemê Dicleyê li dilê Fatma guhdar dikin.
‘Ez ser berfê hînî herfên kurdî bûm’
Fatma di sala 1974’an de li Gundê Girêmîran yê girêdayê Nisêbînê hatiye dinê. Fatma di 16 saliya xwe de tevî sê hevalên xwe yê jin tevlî refên PKK’ê dibe. Fatma tîpên kurdî li ser berfê hin dibe. Fatma da zanîn ku ji berê de hesasyeteke wê li ser kurdî hebû ye û wiha domand: "Min li çiya xwe hînî kurdî kir. Ji ber ku derfetên me wê demê nebaşbûn. Derfetê me yên pêdiviyên xwendin û nivîsandinê yên weke lênû û pênûs tune bûn. Hevalaka min ya bi navê Binevş li ser berfê min hînî tîpên Kurdî kir.” Fatma piştî demekê dest bi nivîsên kurdî dike.
‘Ji dêvla ez bigrîm min nivîsî’
Fatam helbesta xwe ya yekemîn jî dîsa di salên gerîlatiyê de di nivîsiye. Fatam behsa despêkirina halbestê dike û wiha dibêje: "Havalek min birîndar bûbû cara yekemîn min hestên xwe yên wê demê weke helbest nivîsî. Ne helbestek başbû ne hêmayên baş û kurbûn. Cara yekem ji dêvla ku ez bigrîm min nivîsî.” Fatma desnîşan kir ku ew îro fêm dike ku helbest jî wek girî ye û bêhna mirovan fereh dike û wiha axivî: "Helbest wek sixêfa ye, wek girî ye, wek sitranekê ye. Ez bawerim loma min xwe bi helbestê ve girt.”
Pirtûkek ya li ser pelê çıxarê...
Fatma piştî 2 salan di nava refên PKK'ê de tekoşînê dike di çalakiyekê de tê girtin, lê serî natewîne û parastina siyasî dike. Fatma rastî 12 sal ceza hat. Fatma pirûka xwe ya yekem jî di bin şertê zor û zehmet yên girtîgehê de di nivîse û dîsa bi gelek zehmetiyan nivîsê xwe di parêze. Fatma pirûka xwe ya ewil li ser pelê çixarê di nivîse. Wê demê ji ber ku di girtîgeha Stenbolê de ye û girtîgeha Sitenbolê di bin navê "Operasyona vegara jiyanê” de bi berdêlên giran tê vala kirin. Gelek berhemên Fatama jî di wî agirî de dişewitin lê pirtûka ku li ser pelên çixarê nivîsi ye xelas dike. Fatma wiha behsa wan rojan dike: "Pirtûka min a yekemin ‘Gulê Qasid’ min li ser pelê çixarê nivîsî bû. Min wê pirtukê di gelek ciyan de derbas kir. Di operasyona Stenbolê de jî min derbaskir wê demê berhemn ê gelek hevalan di agir de şewitîn.”Fatma helbestên xwe yê li ser pelê çixara nivîsiye di pêlava xwe de di veşêre û ji ber ku nahêle li pêlava wê bigerin ew û hevalaka wê ya tirk rastî gelek îşekenceyan tên. Fatma dêbêje ku ew her gav difikire 'Gelo sedem çîbû ku ew û hevala xwe ji ber sedema van helbastan rastî îşkencê werin?' û wiha behsa wê buyerê dike: "Dema ku me li ser rewşê nirxandin kir hevalên min got; 'Tu kes bila nivîsan bi xwe re neyne ne diyare çi were serê me.' Wêdemê gelek werger û nivîsên min hebûn lê min xwest ez helbestan derbas bikim û min wê demê got; ‘Ez dixwazim bi helbastan re bimrim’ lê ez carna wek wijdan difikirim Gelo sedem çîbû ku sedemê ez û hevala xwe rastî îşkenceyê werin?”
‘Jin bi hemû hebuna xwe xwe hez dike, dêşê, hêrs dibe û serî hildide’
Fatma têkila jinê û helbestê wiha rave dike: "Ev nayê wê wateyê ku em bêjin mêr tu tiştek his nake lê rastiyek heye ku mêr di pergalê de ji hestan dur ketiye lê jin bi hemu hebûna xwe hez dike, dêşê, hêrs dibe, serî hildide.” Fatma dêbêje ku di vê dema gilobal de em dikarin hemu êşa dinayê d bibin û ev serdem serdemeke gelek giran e û wiha dewam dike : “ Ne barek sivik e ku jin helbestvan be ji ber ku dijî, û dêşê jî ber ku gelek tiştên dervayê mirovatiyê hene û bi taybet jina helbestvan vê dibîne, his dike û dijî. Jin bi taveyî vê yekê dijî lê her yekî bi awayekî derdixe holê hinek bi lorikan,hinek bi girî, hinek bi sêxêfan û herwekidîn helbestvanî perçeyek ji hemuyan e”Fatma dide zanîn ku jinek jiyanê kur dijî û dibêje tiştek gelek zehmete ku meriv jiyanek xweşik bijî û wiha dibêje:” Her kes dijî lê jiyanek çawa. Jina helbestvan ji bo ku paqij bi mîne ji bo ku xweşik bimîne, ji bo ku bi afirîne pêwiste şoreşger be.”
‘Hejmara jinên ku bi Kurdî di nivîsînin zêde dibin’
Fatma balkişand ser kêmbûna berhemên jinan di cîhanê û Kurdistanê de û wiha dom kir: “Ev yek kêm akil, yan jî kêm hestiyê diyar nake lê ev yek dide xuyakirin ku derfetên jinê ku bi afirîne ji destê wê hatine sitendin lê an niha jin berxwe didin û di afîrînin.” Fatma diyar kir ku berî 10- 15 salan jinên bakur bi kurdî di nivîsandin bi tiliyan dihatin hijmartin û wê hemûyan nas dikir; lê niha hijimara wan gelek zêde bûye û ew gelek ji wan nas nake.
Fatma bi lêvkir ku êdî di nav ciwanan de hişmendiya ku berhemên Kurdî bi şopînin zêde bûye û wiha pêde çu: "Gelek kovar derketine ku berhemên kurdî di şopînin di nirxînin û qiyemet didin berhama." Fatma bibîrxist ku berî 20 salan gotina sitranek kurdî jî gelek zehmet bûye lê niha ew xwedî tekoşînekine û ew bawerdike ku ev yek li vir nesekine û ewê hê bêhtir pêş bikeve.
‘Cizîr rihê wêjeyê ye’
Fatma kêfxweşiya xwe ya hatina Cizîra Botanê jî wiha anî ziman: “Niha rihê min tenha ye weke ku min mala xwe dîtibe. Cara yekem ez di 16 saliya xwe de min vî bajarî dîtibû wê demê ez hatibûm ku herim çiyê min wiha got: ‘Ev bajar yê min e ne yê kesekî din e’ Cizîr mala Mem û Zîn e ev ji bo min rihê wêjeya Kurdî ye, Melayê Cizîrî li vê derê radikeve ev eşqa zimanê Kurdî ye, Dicleya ku mezopotamya şîn hiştiye li vir e. Gotin têrnake ku ez vana bêjim lê ji xwe ev hemu rihê gotinê ne.”
Fatam di dawiya gotinê minetdariya xwe ji kesên ku vê tekoşînê anîne vê astê tîne ziman û wiha dibêje: “Divê em kesê ku ji bo vê tekoşînê anîne vê astê qet ji bîr nekin ev yek ne siloganek e mesela vijdan e.”
(ma/zt)