Bo Muzeya Mirovahiyê komxebat hate kirin

13:55

JINHA


AMED - Navenda Koordînasyona Muzeyê ya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi komxabetekê li pirsa ‘divê muzeyeke çawa bête çêkirin’ geriya.

Navenda Koordînasyona Muzeyê ya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, bi mebesta naskirina ceribandinên cîhanê li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê komxebata “Ceribandinên Cîhanê” li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, Endama Meclisê Serra Bucak Kuçuk, Berdevkê Hewldana 78an Celalettin Can, Serokê Komeleya 78an Ganî Alkan, Endamê Komîsyona Dad û Rûbirûbûna bi Zindana Amedê Turgut Tarhanli, Serokê Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî Necatî Pirîncçîoglu, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli, kesên li Amedê bi karên civakî radibin û nûnerên saziyên civaka sîvîl beşdarî vê komxebatê bûn.

Komxebat, bi agahdarkirina Rêveberê Beşa Projeyên Hunerî ya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Duhokê ya Herêma Kurdistanê Godhar Selahedîn Bezaz dest pê kir. Bezaz, bal kişand ku Mîzerka ku dema rejîma Baasê ya Sedam Husên wek navenda îşkenceyê dihate bikaranîn, wan kiriye muze û behsa vê pêvajoyê kir. Piştî Bezaz, Midûrê Muzeya Dewletê ya Emna Sureka ya Silêmanî ya Herêma Kurdistanê Ako Xerîb Marûf axivî, behsa Emna Surekan kir, ku sala 1979an bi destê rejîma Baasê hatiye avakirin 16 hezar û 880 mekrekare ye, kir û piştre komxebatê bi pirs û bersivan dewam kir.

(rc)