Li Kantona Cizîrê pêşengeha Şunwarên dîrokî
16:23
JINHA
QAMÎŞLO- Desteya Hawîrdor û Şûnewaran a Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo pêşengehek ya şunwarên dîrokî vekir.
Li navenda çand û hûner a Mihemed Şêxo ya Desteya Hawîrdor û Şûnewaran a Kantona Cizîrê pêşangeha şunwaran ya bi navê "Qêrînên Kevir" hat li derxistin. Di pêşangehê de Hevseroka kantonê Hediya Yûsiv û Serokên hemû desteyên kantonê jî di navê de gelek welatiyên kantonê amadebûn. Deriyê pêşengehê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin. Di pêşangehê de Berprisê Gitşiyê Şunwarên Kantona Cizîrê Rûstem Ebdullah nirxandin kir. Piştî axaftinan gel li nava pêşengehê geriyan û li tabloyan tameşekirin.
Di derbarê vekirina pêşangehê de Endama Desteya Hawirdor Hêvîn Şêxo agahî da û got: ''Ev pêşengeh ji bo pênasekirina şûnewarên kantona Cizîrê ne. Ev karekî berfereh me çêkir nêzî 50 tabloyan me pêşkêş kir û ev pêşengeh di bin navê Qîrana Kevir. Armanca me ji vekirina vê pêşengehê ku nifşê nû ji civaka me dîrok û rastiya xwe nas bikin û şaristaniya li vir nasbikin û vekirina wê di roja 18'ê gulanê weke dilsoziyekê bi şehîdên me re ku ji bo parastina vî gelî û dîroka wî û şaristaniya wî canê xwe feda kirin. Ev pêşengeh wê heta 3'ê rojan dewam bike û wê li bajarên din ên kantonê jî pêşengeh bê vekirine û hêviya me ew e ku gelê me serdana pêşengehên me bikin û van şûnewaran nas bike.''
(px/zt)