Mihrîcana Cizîrê bi dayîna konseran dawî bû

09:35

JINHA

ŞIRNEX – Mihrîcana Cizîrê ku ev çar rojin dewam dike bi konserek mezin bi dawî bû. Di konsera ku bi hemu zaravayên Kurdî sitran hatin gotin de Namzeta HDP’ê Aycan Îrmez axivî. Aycan diyar kir ku Çand û Zimanê gelekî nasname û hebuna wî gelî ye.

9’emin mihricana Çand û Ziman a Cizîrê bi dawî bû. Bi guhdar kirina helbestan, temaşekirina listikên şanoyê û bi dayîna konsaran Cizîrê kêlêyên xweş jiya. Gelê Cizîrê bi hemu rengê çanda xwe tevlî mîhrîcana ku bi wesîla Cejna Zimanê Kurdî pêk hat bûn. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur ji ber xwedî derketina gelê Cizîrê sipasiyên xwe anî ziman.

‘Ez helbestên xwe diyarî jinên ku li Rojava berxwe didin dikim’

9’emin min Mihrîcana Çand û Ziman di roja dawî de bi guhdarîkirina helbestan despêkir. Hejayî gotinê ye ku helbestvanên wek, Fatma Savcı, Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan navdar helbestên xwe ji beşdervanan re xwendin. Hevserokên Şaradariya Cizîrê û gelek saziyên sivîl tevlî guhdarkirina helbestan bûn. Fatma Savcî ku êş, hesret û evina jinên kurd di nivîse helbestê xwe diyarî jinên Rojava kir. Disa eleqeya gel ji helbeskaran re zêde bû û gelek kesan xwestin pirtukên helbestkaran bi wan bidin îmzekirin. Piştî panela helbestan girse derbasî Navenda Çand û Hûnerê Mem û Zinê û li Leystika bi navê Marsê temaşe kirin. Listika ku ji aliyê Navenda Çand û Hûnara Dicle Firatê ve hat leystin çiroka şivanek kurd bi navê Kurdo ku di dixwaze here Marsê vedibije. Kafileyek ji Rojhilata Navîn tê amadekirin ku here Marsê. Di nav qefîlê de Kurdo jî heye lê kesên qefilê Ereb, Fars û Tirk kesekî Kurd naxwazin lê li hember vê yekê Kurdo berxwe dide û xwe bi wan dide qebul kirin. Di dawiya leystikê de Kurdo pêvajoyê li ber çava digra û dev ji çundina Marsê ber dide û dibêje: ”Ezê ji bo gelê xwe bi xebitim.” Listîk ji alî temaşavanan ve gelek hat ecibandin û temaşavan rabûn piya û ji leystikvanan re çepik lê dan.

Li qada çarkendal konsereka rengin

Di setên sevê da jî Konsera girtinê despêkir. Namzeta HDP’ê a Şirnexê Aycan Îrmez, Hevşaredarên Cizîrê, hevserokên HDP û DBP’ê , gelek saziyên sivîl û bi hezaran Cizîrî tevlî konsera li Qada Çarkendal bûn. Koroya Jinan a Navenda Çanda Mîtanî, Mesut Gever, Zele Mele, Bajar, Evîn, Lewjê û Demhat Botan derketin ser dikê û sitranên bi Kurmancî, Zazakî, Hewramanî, Suryanî, Soranî û bi tirkî gotin. Di konserê de hunermend Evin sitranên xwe ji bo jina bi navê Ferînaz Xosrawanî ku ji ber êrêşê rejîma Îranê xwe kuşti bû got.

‘Hebun û tinebûna Kurdistanê ye wisa hebûn û tinebûna Tirkiyê jî’

Di konserê de namzeta HDP’ê Aycan Îrmez jî axivî. Aycan desnişan kir ku zimanê gelekî hebun û nasanama wî geliy e û wiha got: "Zimanê me gelek dewlemend e divê em li wê dewlemendiya xwe xwedî derbikevin.” Aycan bi bîr xist ku di 7 Hezîranê de hilbijartinek giring li pêşiya gelê Kurd heye û wiha dewam kir: “Eger em rêbertiyek azad û jiyanek azad bixwazin pêwiste em li vê hilbijartinê xwedî derbikevin.” Aycan desnîşan kir ku li Şengalê, li Mexmurê, li Kobanê gelê kurd bedêlê giran daya loma ji bo xwedî derketina vê kedê pêwiste li hilbijartinên xwedî were derketin. Aycan bi lêv kir ku hilbijartin çawa hebun û tinebuna kurdistanê ye wisa hebûn û tinebûna Tirkiyê jî.

‘Dê HDP bi cudayên xwe bendava yek parêz hilweşîn e’

Hevserokê DBP’ê Mesut Nar jî axivî û di kesayeta Şervan Cudî de hemu şehîdê gulanê bi bîr anî û wiha got: “Em li vê qadê daxwaza zimanê xwe dikin, em doza çandek azad dikin. Em dixwazin bi pir reng, bi pir deng ji bo ku van daxazê me pêk werin pêwiste em vê beendavê bi perçiqînin.”

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur jî axivî û ji bo xwedî derketina gelê Cizîrê ya li mihrîcanê sipasya xwe anî ziman” Kadir êrêşên li ser HDP’ê bi bîr xist û wiha got: "Hukumeta AKP’ê ji vê gade ketiye nav tirsa ku HDP bi ser bikeve loma jî êrêşên li ser HDP’ê zêde bû ne” Kadir balê kişand ser asteng kirina hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Ev çil rojin çundina heyetê asteng dikin. Niyeta AKP’ê baş nayê xuya kirin pêwiste em vê yekê bibînin. AKP disa despêkiriye dibêje yek al, yek netew, yek nijed. Em li vir dibêjin ‘Bila hişmendiya yek parêz ji we re be. Bila biratiya gelan jî ji HDP’ê re be. Ewê HDP bi cudayên xwe tekparêziya we têk bibe.’”

Piştî axaftina konser dewam kir û heya nîvê şevê govend hat gerandin.

(ma/zt)