Ma qey Kurd wê li hemberTÛYAP'ê bê çare bimînin?

13:34

JINHA

AMED - Pêşengeha ku her sal ji aliyê TÛYAP'ê ve tê rêvebirin bi hincita ku 'kar nake' bernameyê betal kir. Li ser vê yekê bi rêvebirtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 1'mîn pêşengeha Amedê hat vekirin. Pêşengeha ku bi pirûkên Wêje, Çand, Dîrok, Lêkolîn û Helbest balê xwendekaran dikşîne bê navber didome.

Pêşengeha pirtûkan ya ku her sal weke çandek ji aliyê TÛYAP'ê ve li her deverê Tirkiyê tê pêşendan bi hinceta ku 'kar nake' îsal li Amedê hat betal kirin. Ma qey demê TÛYAP'ê pêşengdanê betal bike kurd wê bê alternatîf bimînin? Na namîne. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêdiviyên pêşengeha pirtûkan ya bajêr hilda ser milê xwe û bi formatek nû derket pêşbirê xwendekarên xwe. 1'mîn pêşengeha Amedê bi setên Kurdî, ji çîrokên zarokan, wêjeyên cîhanê dewlemendiyek mezin avakiriye, di heman demê de panêl, hevpeyivîn û bi pêşengeha hûnerê girêdanbûn di navbera xwendekar û nivîskaran de çêkiriye.

Pêşengeha ku rastî roja cejna zimanê Kurdî hatiye daxweza xwendina kurdî jî zêde kiriye. Şaredarî ji bo ku hemû weşanên pirtûkan bîne ba hev xebatên xwezayî bi rêxistin kir. Weşanên pirtûkan ya cîhanî û ya tirkiyê di bin siya xebatê koolektîf a şaredariyê de li hev kombûn û stantên xwe bê ûcret danîn. Li Pêşengehê peyda kirina wêne û pirtûkên nivîskarên kurd, rojaneyê gerillayên PKK'ê gelek hêsan bûye. Pêşengeh bi dewlemendiya pirtûkên xwe buye cihê navenda bersiva meraqê mirovan. Her wiha nivîskar û lêkolînvanê biyanî Borîs James bi pirtûka xwe ya 'Kurd û Selahattîn' heya roja îro li wergerî gelek zimanan hatiye kirin û li pêşengehê jî cihek taybet girtiye.

Rojên xweş mirovan li pirtûkan dicivîne

Li ber dergeha pêşengehê, bi xemla cilên netewî û xwarinên cur be cur xwesteka xwendina pirtûkan bi mirovan re zêde dike. Heman demê de stanta HDP'ê ya ku ji aliyê xwendekaran ve hatiye vekirin bi stranên kurdî cîhana mirovan dixemilîne û daxweza mirov ya li wir mayînê zêde dike. Li ser mehfûrên dora kona pêşengehê jî cîhanek ya seyrana dayikan û civata nîqaşan hatiye vekirin. Hemû liv û tevgerên xwezayî ya dora pêşengehê îlhamê dide mirovan.

'Ji bo gerîllayan meraqek zêde heye'

Bi ketina pêşengehê re Weşanxaneya Aramê bi standa xwe ya pêşî, hemû xwendekarên pirtûkan pêşwazî dike. Weşana Aramê bi pirtûkên cur be cur standê dewlemend kiriye û di derbarê pêşveçûna pêşengehê de endama Weşanxana Aramê Zeynep Tekcanli diyar kir ku, herî zêde xwendekar pirtûkên rojeneyên gerîlla, setên dîroka kurd, Jinolojî û pirtûka Sakîne Cansiz 'Jiyana min hertim bi şerbû tê standin. Zeynep got: "Meraqa xwendekaran ya li hember Weşana me, em kêfxweşkirin. Bi taybet meraqê xwendekaran li hember rojeneyên gerîlla pêşdikeve, em dikarin bêjin ku Weşana Aramê cihê daxweziya xwendekaran bi her awayî pêktîne. Ji Paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirtûkên Murat Karayilan, Dîlzar Dîlok, Alîhaydar Kaytan û hemû pirtûkên gerîlla rastî eleqeyek mezin ji aliyê xwendekarên wê ve tên." Gelek nivîskar bi saya pêşengehê ve bi xwendekarên xwe re civîn û navîşê nivîskarên xwe girtin. Lê belê ji ber ku nivîskarê pirtûkên Weşanxaneya Aramê di nava refên PKK'ê de ne, derfet çênebû hemû xwendekar bi nivîskarên xwere bicive û navîşê nivîskarê xwe bigre. Lê ya girîng ew ku nivîskar bi alternatîfên dewlemend xwendekarên xwe têr bike.

'Pêşengeh pêwîste tu car neyê betal kirin'

Li standa Weşanxaneya Donuşumê nivîskara helbestan Nesrîn Erdogmuş bi pirtûka xwe "Sesiz çiglik" û "Ve bulutlar agladi" bi xwendekarên xwe re ji bo navîşê li hatin ba hev. Nesrîn diyar kir ku, pêşengeh dibe sedem ku xwendekar bi nivîskarên xwe re werin ba hev û pêwîte pêşengeh tu car neyê betal kirin. Ji weşanxaneya Sel jî Bilge Sancî da zanîn ku, ji ber ku li ser înternetê pirtûk tên firotin, ev yek dibe sedema ku meraq li hember pêşengehê kêm bibe. Bîlge destnîşan kir ku, xwendekarên dildar wê tû caran dev ji çanda pêşengehê bernedin û hatina xwe bidomînin û wiha got: "Em li vir pirtûkan bi aweyek ber biçav dighînin xwendekarên wê. Derfet heye ku xwendekar hemû pirtûkan lêkolîn bike." Ji ber ku Amed buye cihê xwedî derketina berxwedana jina Kurd, îsal herî zêde pirtûkên ku navaroka wê wêje û zeyendiye rastî eleqeyek mezin tê. Xebatkara standa weşanxaneya Metisê Esra Atabay da zanîn ku, ji pêşengehê re jin eleqeyek mezin daye nîşandan û wiha got: "Bi taybet ji bo pirtûkên Femînizmê eleqeyek heye. Mînak pirtûka Serpîl Sancar ya 'Erkeklîk îmkansiz îktîdar' gelek hat firotin."

'Astengdar hatin ji bîrkirin'

Li weşanxaneya Evrenselê bi pirtûkên berxwedana jina kurd û tecrûbeyên şoreşa cîhanê û her wiha pirtûka 'Nasil Yapmali' ya ku nivîskarê wê Çernişevskyi ye balê dikêşe. Her wiha li weşanxaneya Yapi Kredî jî pirtûkê Sabahattin Alî ya 'Kurt Mantolu Mandonna' rastî eleqeyek mezin hat. Ji aliyek ve standa Îsmaîl Beşîkçî bi xwendekarê xwe re li hev hat û aliyê din bi kurê nivîskarê nemir Azîz Nesrîn Ahmet Nesrîn li ser pirtûkên bavê xwe bi xwendekaran re hatin ba hev. Dema ku em li pêşengeha pirtûkan digeriyan em rastî xwendekarek berastengê nabîne hatin. Habîb Sîncar berastengê çav got: "Ez li hemû standan geriyam lê li gor xwe min pirtûk peyda nekir. Ji ber ku hemû pirtûk yên bi deng min ne dît. Lê pêwîste Weşanxane pirtûkên bi deng derbixin da ku kesên weke min jî, bikaribe sûd jê werbigre. Yanî wek tê dîtin em tên paşçavkirin".

(zd-rc)