Ava Çemê Dîcleyê bi dengê jinê re herikî

09:38

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê 9’emin Mîhrîcana Çand û Ziman bi panel, şahiya zaroka û bi konsera ‘Ji Derya Reş Heta Botanê Lorînên Jinan’ dewam kir. Jinên ku ji cihê cuda hatibûn li ber Birca Belek û li kêleka Çemê Dicleyê civîyan û bi rengê xwe yê cuda sitran gotin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 9’emin Mîhrîcana Çand û Ziman ya Cizîrê bi berenama xwe ya têr û tije dewam dike. Pêşî panelên bi mijarên “Di avakirina civaka demokratik de rista aborî, enerjî û ekolojiyê” û “Ziman û Siyaset” hat li darxistin du re jî li Mem û Zînê şahiya zarokan pêk hat. Finala rojê jî li Birca Belek konsera ‘Ji Derya Reş Heta Botanê Lorînên Jinan’ bû.

‘Pêwîste em reçeta xwe bi xwe bi nivîsinin’

Danê sibê panêla bi mijara “Di avakirinacivaka demokratik de rista aborî, enerjî û ekolojiye” li Parka Şaredariyêpêk hat. Moderatorê panelê Endezyarê Jeolojiyê Harun Yalçinkayakir, axaftvanjî Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Derhêner Tarik Altin û Dermanfiroş Narîn Zeren beşdarbûn. Panelistan di derheqê hilweşandinên ku pergala Kapitalist kiriye ew karin çibikin û pergalek çawa ava bikin hat niqaşkirin. Narin Zeren diyar kir ku sermaye bê yî ku kare xwe bi fikire reçete ji tu kesî re na nivîse û wiha got: "Loma pêwişte em reçata xwe bi xwe bi nivîsînin.

‘Eger ziman ji nav tekoşînê derê tu wateya tekoşînê namîne’

Piştî nivro jî panela bi mijar “Ziman û Siyaset” li parka şaredariyê hat li darxistin. Di panelê de Nivîskar Bahattin Robar weke moderator Aktivîstê TZP’ê Sabahattin Gultekin, Rêvebirê Kurdi-Der’ê yê Cizîrê Kasim Gokalp û Nivîskar Mirza Ronî weke axiftvan cih girtin. Sabahatin Gultekin diyar kir ku eger ji nav tekoşînê zimanê kurd derê ti wateye tekoşînê namine û wiha axivî: "Îro kurd bêjin ‘ziman here jî dibe’ wê çaxê ewê çand jî pê re here ewê nasname jî tu tiştek li holê namîne. Divê em bifikirin ji bo ku em zimanê xwe bi parêzin pêwîste em siyasetek çawa bi meşînin.”

‘Zaroka ji rojeva re name şand’

Di mihrîcanê de zarok jî nehatin ji bîr kirin û di çarçoveya mîhrîcanê de li Navenda Çand û Hûnerê Mem û Zîn şahiya zaroka hat li darxistin. Gelek zarok tevlî vê şahiyê bûn. Pêşî palyaço hatin bi zaroka re leyistin û ruyê zaroka neqişandin du re zaroka ji zarokê rojava re name şandin. Zaroka li ser kaxeta nivîsê “YPG-YPJ” nivîsîn û wêneyên dar, mal û kulilkan çêkirin. Di şahiyê de herî dawî jî koma zaroka ya bi navê ‘Koma Pêlên Dîcleyê’ derket ser dikê û stranan got.

‘Ji Derya Reş Heya Botanê Lorînên Jinan’

Di dawiya rojê de konsera “Ji Derya Reş Heya Botanê Lorînên Jinan’ hat li darxistin. Di Konsera ku li Birca Belek li kêleka çêmê dicleyê hat li darxistin de dengê jinan bû av û herikî dicleyê. Konsera ku Ayfer Duztaş, Ayşenur Kolîvar, Kurdê, Behiyeû Hediye sitran gotin haya derengê şevê dewam kir. Berî ku konser despê bike Ayfer Duztaş axivî û diyar kir ku îro jinên Derya Reş, Wêranşar, Koçgirî û Botan li ser vê dikê civiyane. Jinên kurd êş û kedara gelê Kurd gotin. Ayşenur jî bi Zimanê Lazî û Hemşînî siran got û dengê jinên Derya Reş gihan Botanê

(ma/zt)