Bi zimanê Banga Roj ê jiyana li Çiyayên Dêrsimê
09:35
Derya Ceylan- Eylem Daş/JINHA
STENBOL - Derhinêrê belge filimê 'Banga Roj' yê ku li Çiyayên Dêrsimê jiyanek bi xwezayê re radixe ber çavan Cemil Kizildag diyar kir ku jinên komên dawiyên PKK'ê yên li Çiyayên Dêrsimê mayîn di nava xwezayê de şoreş kirine. anî ziman ku jinên li wê xwe parçeyek ji xwezayê dibînin û di heman demê de di nava xwezayê de jiyan kirin ji bo xwe weke şansekê dibînin.
Piştî pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newrza 2013'an de dayî despêkirin li Çiyayên Dêrsimê di nava xwezayê de jiyana PKK yiyan ya rojane çawan di nava xwezayê de bi hev renin bû mijara belge filimê "Banga Roj". Belgeselas ku darhinêriya wê Cemil Kizildag û Hamdi Akyol kirî pêvajoya paşdekişanê û komên dawiyên li Çiyayên Dêrsimê mayîn vedibêje. Derhinêr Cemil da zanîn ku armanca wan kêşana komên paşdekişanê bû lê ji ber negihanê, wan komên dawî li Çiyayên Dêrsimê mayîn kişane.
'Me kêşan li sê demsalan belav kir'
Cemil destnîşan kir ku kêşana belgeselê bi qasî salekê bedewam kiriye û wiha got: "Me kêşan li sê demsalan belav kir. Ji xwe dema ku em negihan komên vegerê, vêcarê me dest bi kêşana komên dawiyê û di nava xwezayê de jiyan kirina wan kir. Sê demsal bi giştî kêşanek 46 rojanbû. Em di demsala bûharê û peyîzê de çun. Me demsala zivistanê ne kişa."
Cemil bilêv kir ku nîvê belgeselê PKK yiyên li wê hemû bi hev renin, nîvê dinê jî tenê jinin û wiha domand: "Di belgeselê de talebên xwe yên çima paşde neçune rêz kirin. dan zanîn ku heger ew talbe neyên cîh paşdeçun nabe. Ji derveyî wê gerila çawan di nava xwezayê de dijîn û çawan bi xwezayê re dijîn û li gel zindiyên nava xwezayê de çawan di nava têkiliyan denin me kêşa. Li gel her roj bizinên kuvî li wan deveran digeriyan jî lê nêçîr qedexeye. Li ser avêne. Li wê masî hene, lê masiyan nagirin. me wê hevaltiya wan ya bi xwezayê re bi zêdehî dît."
'Pêdiviyên xwe ji nava xwezayê digirin'
Cemil derbirî ku jiyana rojane ya PKK yiyan bi xwezayê re mijara mereqê ye û wiha berdewam kir: "Gerila li çiyan çî dixwin, bi tevahiya rojê agahiyan ji çî hîndibin û pêdiviyên xwe yên jiyanê ji ku tînin cîh bersiva van pirsan piraniya pêdiviyên xwe ji xwezayê digirin. Di kîjan demsalê de kîjan pincarên digihin dizanin. Kijan çavkaniyê avê ji ku tên û dê kengê ziwa bibin dizanin. Ji ber ew dizanin parçeyek ji wê xwezayê ne û li ser wê jiyana xwe avakirine."
'Herêma jiyana jinan zêdetir rengîne'
Cemil destnîşan kir ku beşa duyem ya belgeselê jiyana jinên PKK yîne, herî zêde jî rê û rêbazên wan yên jiyana bi xwezayê re balkêşbûn û wiha dom kir: "Jin bi xwe rêbaza parastina xwe pêşdixin. Bi xwe li wê şêwazek jiyanê avakirine. Li gorî çavdêriyên me li wê farqek nava jin û mêran de hebû. Herêma jiyana jinan zêdetir rengîbû. Bi şêwazên rengîniyê wan deveran gelek xweşik dikirin. Ez dixwazim balê bikişîne ser vê xalê, ji bo mêran ew devera lê dijîn cihê hewandinêye, lê ji bo jinan ne tenê cihê hewandinêye, di heman demê de cihê jiyanek rengîne jî."
'Di nava jinan de gihandinek bi hêz heye'
Cemil anî ziman ku jinan di nava xwezayê de şoreşek kirine, jin hem xwe parçeyek ji xwezayê dibînin û hem jî di nava xwezayê de jiyan kirinê ji bo xwe weke şansekê dibînin û wiha domand: "Di despêkê de me dît ku jin ji bo ku herêma xwe bi bedewiyê û parastinê îspatbike dinava hewildanan denin. Ev mirovên şoreşgerên li çiyan di nava civakê de li deverên cudane. Jin dibêjin 'Em li gorî pêdiviyên xwe û mêr jî li gorî pêdiviyên xwe yên azadiyê em beşdarî şoreşê bûne.' Li ser van pêwîstiyên xwe yên azadiyê li çiyan tekoşînê didin."
'Bi her awayî ji bo pêvajoyê amadene'
Cemil bilêv kir ku di belgeselê de mijarek din ya giring jî pirsgirêka kurd û agahiyên di pêvajoya çareseriyê debûn û wiha berdewam kir: "Li gorî çavdêriyên min gerila pirsgirêka kurd û demokrasiyê bi rêbazên maf û dadê çareseriyê dixwazin. Bi rastî nêrîna me ya li pêvajoyê jî eve. Ji xwe sedema wan ya li wê mayînê jî bi her awayî alîkariya pêvajoyê kirine. Dema ku dixwazin ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin jî li aliyê dinê ji bo hemû nerêniyên derkevin jî amadene."
'Dixwazin van daxwazên xwe bi civakê bidin têgihandin'
Cemil derbirî ku ji bo PKK yiyên li wan deveran armancên xwe bi civakê bidin têgihandin di nava lêgerinên rêbaz peyîdakirinê denin û wiha dom kir: "Banga Roj jî wesîleyek wê ye. Ji ber binhişiyek ya dewletê li hemberî wan dayî avakirin heye. Ji ber wê jî dixwazin xwe bi civakê bidin têgihandin. Dibêjin; 'Bila her kes bê me bibînin, em çawan dijîn, em çîdibêjin bibihîsin û bizanin.'"
(zt)