Li pêşengeha pirtûka ya Amedê zarok li nivîskarê pirtûka Şeker Portakalê digerin!

14:21

JINHA

AMED - Pêşengeha Amedê îsal rastî eleqeyek mezin ji aliyê xwendevanan ve hat. Li gel eleqeyên mezin zarokên bi navê Îsmetê 13'e salî û Zaferê 11'e salî li pêşengehê nivîskarê pirtûka Şeker Portakalê Josê Mauro de Vasconcelos ya ku di sala 1984'de jiyana xwe ji dest daye digerin da ku navîşê xwe bidin. Zarokên ku roj pêde li Jose digerin di ramanê xwe de her zindî girtine û wiha dibêjin: "Em her deriya pêşengehê geriyan, lê me nedît. Me pirtûkên wî standin lê emê navîşê xwe bidin." Ev yek jî girêdan bûna bê dawî ya di navbera xwendevan û nivîskaran de diyar dike.

Pêşengeha Amedê a 1'mîn li gel eleqeyên mezin didome. Pêşengeha ku bi pirtûkên Edebiyatê, çand, lêkolîn, dîrok û helbes rengê xwe daye pêşengehê û balê hemû xwendevanan kişandiye ser pêşengehê. Li gel eleqeyên mezin yek jî coşa zarokan rengek taybet dide pêşengehê. Li gel pirtûkên kurdî ya ku îsal ketiye pêşengehê, eserên cîhanî jî cih digre. Îsmet Tanci a 13'e salî û Zafer tanci ya 11'e salî ji pirtûka Şeker Portakal gelek bi bandor bûne û ji ber vê yekê li her derê pêşengehê li nivîskarê pirtûkê Şeker Portakalê digerin. Nivîskarê pirtûka Şeker portakalê Josê Mauro Vasconcelos sala 1984 li Brezîlya yê jiyana xwe ji dest dabû. Lê ji ber girêdanê manevî ya zarokan ya bi nivîskar re mezine, ew di ramanê xwede her zindî girtine. Herdu zarokên ku li hemû stantê pêşengehê nivîskarê xwe digeriyan, ji ajansa me re axifîn. Îsmet û Zafer bi coşek xweşik gotin: "Em li nivîskar geriyan lê me nedît. Li her stantekê nivîskarek rûniştiye, bê guman emê wî jî bibînin."


'Em li Jose geriyan lê me nedît'

Îsmet bi hêviyên xwe yê mezin li hember pêşengehê diyar kir ku, ew pirtûka Şeker Portakal xwendiye û gelek jê kêfxweş buye û wiha got: "Pirtûka Şeker Portakal gelek acîbe û mirovan bandor dike. Me bihîst li pêşengehê ji bo zarokan pirtûk tê erzan kirin em hatin. Me pirtûka Gûneşî Uyandiralim û Delî Fîşek stand, lê belê nivîskarê wê me nedît. Dibe ku îro neyê piştre were."

Jose Mauro de Vasconcelos Kiye?


Jose Mauro de Vasconcelos yek ji nivîskarên navdare. Jose 26'ê Sibata 1920'ê li bajarek nêzî Bangu ya Rio de Janeiro ya Brezilya yê hatiye dinê. Di gelek eserên xwe de li ser xizanî û mafê gelê bindest pirtûk nivîsiye. Jose di malbatek ku nîvê wî Kizildereliye û nîvî Portekiziline, bi pênûsa xwe ya xûrt herdu çandan bi awayek pisporî anî ziman. Jose xwendina Tip bê ku bi dawî bike û diyare ku dexwezek wî wiha jî tunebû, bi salane li Rio de Janeiro yê karê çandiniyê re mijul dibe û qarsontiyê dike. Xebatên giran ji bo çîrok û romanê ku nivîsiye buye bingehek bi wate. Ji xwe eserên xwe ya herî bi wate di wan salan de digre pênûsê xwe. Hîna pirtûkên nivîskarê 1984'an de jiyana xwe ji dest dayî di rojevê de weke rojên despêkê ji aliyê gelên bindest ve tên xwendin.

(zd-rc)