Li Kantona Cizîrê Cejna zimanê Kurdî

13:20

JINHA

RIMÊLAN - Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Rimêlan şahiyek hat lidarxistin. Di heman demê de sala xwendinê ya dibistanên zarokan jî bi dawîbû û zarokan bawernameyên xwe jî di şahiyê de girtin.

Li bajaroka Rimêlan ya Girigê Legê yê Kantona Cizîrê ya Rojava bi wesîla 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîrozbahî hat li darxistin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Hûner a Aram Tîgran a Rimêlan hat li darxistin. Di heman demê de sala xwendinê ya dibistanên zarokan jî bidawî bû û di şahiyê de birwanameyên zarokan jî hatin dayîn. Di şahiyê de li gel mamosta û xwendekaran gelek welatî jî amadebûn. Di şahiya bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî de peyama ser navê Tevgera Ziman hatî amadekirin hat xwendin. Piştî peyamê jî komên zarokan yên bi navê Koma Berfa Çiya û Koma Eleniya derketin dikê. Li ber dengê sitiranên zarokan welatiyan govend gerandin. Di derbarê wate û giringiya rojê de Mamosta Hemrîn Salih nirxandin kir.

Mamosta Hemrîn Salih balkişand ser rola mamostayên jin di dayîna zimanê dayîkê de û wiha got: ''Roja 15'ê Gulanê em li hemû gelan pîroz dikin, roja zimanê dayîkê ji bo me rojeke girîng û bingehîne. Ji bo zimanê dayîkê mamosteyên jin roleke ektîv lîstin ji ber ku her dibêjin ziman zimanê dayîkeyê de mamosteyên jin jî xwadî li zimanê xwe derketin û gelek pêşxistin di aliyê ziman de çêkirin, ev yek cihê kêfxweşiyê ye ji bo tevahî mamosteyane. Hêviya me ew e ku em nifşên îro bibin pêşengên vê civakê em jî li gorî vê yekê perwerdeya ziman didin. Banga me ji bo her kesî ye ku xwadî li zimanê xwe derbikevin û tevlî şoreşa ziman bibin û bingehê xwe ava bikin.''

Mamosta Şadiya jî û wiha peyivî: ''Em vê cejnê li tevahî mamosteyên ku ji bo zimanê dayîkê ked dane pîroz dikin. Ev roj weke şansekiye ji bo me tevahiyan û em weke jinên Rojava derfetên mezin li pêşiya me vebûn ji bo ku em zimanê xwe hîn bi pêşbixînin.''

(sx/zt)