Li Cizîrê coşa mîhricanê di roja 2'emîn de berdewam dike
10:44
JINHA
ŞIRNEX - 9'emin Mihricana Çand û Zinan a Cizîrê bi coşek mezin di roja 2'emîn de berdewam dike.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 9'emîn Mihricana Çand û Ziman bi kelecanek mezin didome. Mihrîcan duh danê sibê meşa bi karwanê hespan despêkir. Di meşê de bi taybetî jin cilên xwe yê herêmê li xwe kirin, reng û xamla Botanê di mihrîcanê de dan xuya kirin. Dema girse gihîşt qada mîhrîcanê êş û çand Kurd her du bi hevre li qadekî bûn. Ji aliyêkê ve pêşengeha wêneyên ku li Kobanê hatibûn kişandin hebû ji alîyê din jî jinan meşk dikiyan û li ber keyana meşkê re jî sitiranên botanê yên kevnare yên weke “Dayê wez gêrîla me" digotin. Piştî axaftina despêkê wêneyên ku êş û berxedana gelê kurd rave dikirin hatin temaşekirin. Du re jî govenda mihrîcanê hat gerandin.
‘Dema çand ji holê rabe civak jî ji holê radibe’
Piştî nîvro mihrîcanê bi panela bi mijara "Rista hunerê di avakirina berxwedana li dijî polîtîkayên qirkirina çandî de" li parka şaredariyê hat lidarxistin. Hunermend Bulent Turan weke moderator, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Endama KJA yê Elîf Kaya û ji Komelaya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Îlham Bakir weke axaftvan cih girtin. Elif diyar kir ku çand dema mirov têkêiliyê bi hev re danî bi axê re danî kedê da çand despêkir ye û wiha got: "Em ne li dijî guherîna çandê ne gelê ku nêzîkê hev dijî miheqek bandor li ser hev dike. İro li ser axa mezopotamya çanda geleke gelan di şibe hev lê cuda bunê wan jî hene.” Elif got kes ji çanda xwe, ji nasma xwe hêz digre û li ser vê esasê dijî û wiha pêde çu: “Çand ji bo gelekî hêz e, nasname ye. Çand ne tenê ji bo gelan ji bo hebuna meriv ji bo ku meriv berxwe bide û xwe bi gîhîne pêşerojê hêzek e. Ji ber vê yekê ye qirkirin li ser çandê tê meşandin dema ti çandekî ji holê rakî ti civakek ji holê radikî” Elîf desnîşan kir ku pergala kapîtalist bi rehetî tesîrê li ser gelan bike çanda wan ji holê radike.
‘Gelê kurd li hember qirkirinê li ber xwe da’
Piştî axaftina Elif Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî desnîşan kir ku gelê kurd li hember qirkirina çan û ziman berxwedanek mezin daye û wiha got: "Di nava çil salan de. Pêşî gelê kurd ji axa wî kirn du re jî di bajara de zimanê wan hat qedexe kirin.” Leyla got ku pergala Kapitilast dike ku kes ji xwe û ji çanda xwe fedî bike û wiha dewam bike:” Eger meriv bîrdoziya xwe pêk bîne meriv kare li hember vê pergalê xwe bi parêze.” Leyla bi lêv kir ku alternatîfa vê pergalê demokratîk modernîte. Îlhan Bakir jî got ku ji bo kesên dagirker hebuna xwe li axa ku dagirkirine dewam bikin pêwîstî bi qirkirina çandê dibînin û wiha axivî:” Li kurdîstanê dagirkeriyek cuda hatiye meşendin. Dakikeriya li ser kurdan hatiye meşandin nehiştiye gelê kurd çanda xwe bijî. Têkiliya ziman û mêşî di xwaze bibire a niha gelek tişt di mêjiyê min de derbas dibin lê heta ew fikir tên zimanê min gelek hunda dibin.
Piştî panêlê leystika bi navê “Mala Pîran” Ji aliyê Akademiya Şehît Nuda ya Egitim-Sen a Wanê ve hatî amadekirin hat lîstin tevî ku deng gelek kêm bû jî şanohezê Cizîrê bi baldarî li şanoyê temaşe kirin.
Ji bo Ferînaz meşa bi meşale pêk hat
Di setên şevê de jî KJA û ciwanên Cizîrê bi armanca ku erêşa zayendî ya ku rejîma Îranê ku li hember Ferînaz Xosrawanî dabûn meşandin şermezar bikin meşek bi meşale pêk anîn. Di meşê de bê navber duruşma “Jin jiya azadî” ha berzkirin. Meşa ku ji Qada Çîçek Botan despêkirin heta qada ku konserê dewam kir.
Dilê qada Çarkendal ciwan lê da
Bernama konserê piştî rêzhirtinê despêkir û bi silav kirina Hevserokê DBP a navçeya Cizîrê, Hevşaredar Leyla Îmret û Kadir Konur dewam kir. Piştî axaftinan bi dorê Koroya Şehît Welat Botan, Şitlên Azadiyê, Rodî, Koma Nêrgizên Botan, Marsis û Berfin Mamedova derketin ser dikê. Li qada çarkendal ku piraniya wî ji ciwanan pêk dihat bi coşek mezin li hunermendan guhdar kirin. Dema Marsîs ku ji Behra Reş hatibûnderket ser dikê govanda Botanê û horona Behra reş ket nav hev û dimenên biratiya gelen derketin holê. Berfin Mamedova ku ji kurdê rusyayê ye jî derengiya şevê dest bi gotina sitranên xeribîyê kir.
Îro ji ber ku Cenaze yê Zafer Cudî tê Cizîrê bernamên serê sibê hatin betal kirin mîhrîcan wê danê nîvro bi panela “Ziman û perwerdê” dewam bike
(ma/zt)