Jin bi hilberînên xwe tên ba hev

10:42


Gûlşen Koçuk / JINHA

TRABZON - Jinên Trabzonê herî zêde bi dewlemendiya berhemên dest tên nasîn û ev sê sale bi awayek kolektîf xebatên xwe rêvedibin. Jinên ku di binya Komeleya Emek Senîn de hatine ba hev, hem bi awayek rêxistinî lêgerîna mafê xwe dikin hem jî bi raman û kedên jinên din re li hev tên û berheman diafirînin.

Trabzon bi dewlemendiya erdingeriya xwe, gelê herêmê di warê aborî de jî têr dike. Di heman demê de jinên Trabzonê ji bo avakirina ekonomiya xweser di nava hewildanê dene. Jinên kedkar di mal de dema xwe, ji bo ku debara xwe bikin berhemên destan û hesîran çêdikin. Jinên Trabzonê bi berhemên xwe çanda jiyana xwe jî didin jiyan kirin. Derbarê xebata jinên Trabzonê de Rêvebira Lijneya Komela Emek Senînê Gûler Îpek nirxandin kir.


'Bi berhemên destan re me dest bi xwe rêxistinê kir'

Gûler da zanîn ku, ew wek Kooperatîfa Karsazî û Çandî ya Hawirdora Jin û Jiyanê(YAKA KOOP) piştî komxebata ku dabun despêkirin, biryara rêxistinbuna xwe dan û di 12'ê Kanûna 2012'de komeleya xwe vekirin. Gûler destîşan kir ku ev 3'ê sale xebatên xwe bi rêbazên cuda rêve dibin û ew di çerçoveya karê xwede berhemên tekistilê yên kevin jê sûd werdigrin. Gûler her wiha diyar kir ku, di bunya xebatên komeleyê de, ew ji zîvan bazin û gerden jî çêdikin û wiha dom kir: "Di serî de me ji jinan re behsa girîngiya berhemên ku çêdikin kir. Piştre jî me Komeleya xwe avakir. Jin bi avakirina aboriya xwe ya xweser, dikare bi awayek hêsan debara xwe jî bike. Hemû jinên ku tevlî xebata komeleyê bûne, piştgiriya ku ji destê wan tê kirin."


Pirsgirêkê jinan, bi lêkolîna heremê re derket holê


Gûler destnîşan kir ku, Trabzon bi berhemên destan ve navdare, ya ku vê çandê dide jiyan kirin jine lê belê ewlekariya jiyana jinan qet tune ye. Gûler diyar kir ku, berî komele bê vekirin kedê jinan bi awayek erzan dihat firotin û wiha pêde çû: "Pirsgirêka jinan, bi lêkolîna heremê re derket holê. Êdî jin sîgorta daxwez dike. Ji ber vê yekê bi kampaniya ku me dabû despêkirin, mafê jinan me dexwez kir. Bi vê yekê re me rêxistin û komeleya xwe avakir."

'Jinên Trabzonê bi hevre berhemên nû diafirînin'

Gûler anî ziman ku, di warê pêşxistina zanistiyê de, jin hîna gelek lewaz maye. Gûler her wiha diyar kir ku, berhemên tên firotin tenê têra debara jinan dike, derfetên ku komeleyê xwe bi rêve bibe lewaze. Ji ber vê yekê bi komxebatên cur be cur ya bi kooperetîfên din re dê hewil bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. Gûler wiha dom kir: "Jinên Trabzonê gelek aştîxweze. Berhemên ku çêdikin bi berhemên din re pardikin û tiştên nû diafirînin. Banga min ji bo hemû jinên ku berhemên destan çêdikin, rêxistina xwe avabikin û çanda xwe bidin jiyan kirin. Berhemên ku tên çêkirin pêwîste li bazaran erzan neyê firotin û ji bo vê yekê lêkolîn bê despêkirin. Ev xebat ger bi awayek rêxistin kirî rêvebiçe dê bi encam be."


(rc)