Panela ‘Di hunera kurdî de bandora polîtîkayên qirqirina çandê’
17:25
JINHA
STENBOL –NÇM’ê di çerçoveya mîhrîcana ‘Rojên Çand û hunerê yên Kurdî’ panela bi navê ‘Di hunera kurdî de bandora polîtîkayên qirqirina çandê’ li dar xist.
NÇM’ê di çerçoveya mîhrîcana ‘Rojên Çand û hunere yên Kurdî’ li Restoranta Cezayîrê panela bi navê ‘Di hunera kurdî de bandora polîtîkayên qirqirina çandê’ li dar xist. Hunermend Genim, xebatkara NÇM’ê Besîme Konca, Rojnameger Veysî Altay, Şanoger Ruknettîn Gun, Mamostayê Dumilî yê Enstutuyan Kurdî Hacî Sayin û gelek kes tevlî panele bûn. Di panela ku madaroriya wê Veysî Altay kir de di serî de xebatkara NÇM’ê Besîme Konca mafê axaftinê sitand û diyarkir ku ev cara yekeme mîhrîcaneke bi vî rengî li Stenbolê hatiye lidarxistin û ev yek girînge. Besîme li ser mijara Çand çiye rawestiya û wiha berdewam kir: “Lêgerina heqiqetê li ser çandêye. Hunermend bûyerên dibin di çandê de wek şoreşgerek pêş dixin, di hunin û derdixin pêşberî gel.” Besîme derbirî ku wexta îktîdar derketin holê van îktîdaran çand jî ji holê rakirin û wiha direjîda axaftina xwe: “Wexta jinan di jiyanê de afirandin dikir wekhevî hebû û jiyanek çandeke hevpar hebû. Lê wexte îktîdar derketin holê ev jiyana wekhev ji holê hat rakirin. Ev 5 hezar salin li ser çand û hunerê qirqirînek heye.”
‘Çand ji aliyekî vê gerduniye’
Besîme da zanîn ku NÇM’ê bingeha çand û hunerê ye û wiha pê de çû: “Çand ji aliyekê vê gerdûniye. Mirov kengê ziman û çanda xwe pêş bixe ev edî gerdûnî dibê. Em kurd ji çanda xwe hatinê durxistin. NÇM’ê bingah û çanda gerduniyê. Ev ji bo me tiştekî girîngê. Kesekî ku ji çand û zimana xwe dur bê nikarê çandekî bi afîrenê û pêşengiya vê yeke bikê. Kapîttalîst Modernîte ev çand durxistîn pêş xistiye. Ji bo bişaftina li ser çandê ji holê rabe xebatên bi vî rengî bên meşandin. Kengê em bi çand û hunera xwe azad bikin em ê we deme ser bikevin.”
‘Ziman nebe zimanê perwerdehiyê dê winda bibe’
Mamosteyê zaravayê dumili yê Enstûtiya Kurdî Haci Sayin li ser mijara ziman sekini û anî ziman ku kurd divê li ser zimane kurdî perwerdehiye bibinin. Haci bilêv kir ku kurmanckî kêm kes di karin bixwînîn û binîvîsin û wiha giranî da axaftina xwe: “Divê zimanê zimekî bibe zimanê perwerdehiyê û pêş bikeve. Heke zimanek ne bê zimanê perwerdehiyê ew ziman dê winda bibe. Divê em zaravayê kurmanckî jî bixin rojava xwe de û bidin hînkirin. Ji bo zimanê me winda nebê divê em bi hemû lehçeyên zimanê kurdî xwe karibin îfade bikin, bi xwînin û bi nivîsinin. Ji bo zimanê me winda nebê divê zimanê me bibê zimanê perwerdehiye.”
‘hevalên me yê şanoger di bin şert û mercên zorde prova dikirin’
Şanoger Ruknettîn Gun jî derbirî ku berî niha bi salan rewşenbîr, hunermend ji welate wan hatine derxistin û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “Lê ev rewşenbîr û hunermendê ku hatine van bajarên mezin disa dev ji tekoşîna xwe neberdanê û li van dera jî xebatên xwe danê berdewam kirin. Ev mîhrîcan Jî encama vê yekeye.” Rukenttîn da zanîn ku tene ne li Kurdîstanê li ji hemûyên cihanê qirqirinek li ser çandê heye û bilêv kir ku edî kurd xwedî hişmendiyeke û rewşenbîrên xwe bi rêxisgtinî dikin û got: “Hevalên me di bin gelek zor û zahmetiye de xebatên xwe di meşandin. Di bin şart û mercên zahmetê provayên xwe yê şanoyî didan meşandin û gelek ji hevalên me yê şanogeriye di hatin binçavkirin. Ez bejna xwe li ber şehîdan diitewinim.”
Hunermend Genim jî wiha axivî: “Em ji bo qirqirina çandê têdikoşin lê hêjî ev yek berdewam dike. Qirqirina çanda kurdî bi trt 6’ê berdewam dike. Divê em li dijî vê tebikoşin.” Genim da zanin ku ew di her warî de li dijî kapîtalîst modernite tiştekî nû di afîrenin û wiha domand: “Di salên 90’î de hevalên me di turike wan de çi hebû bi wan xwestin tevlî tevgera azadiye kurdan bibin û bi wî şeklî hatin tevlî tevgera azadiya kurdan bûn. Di salê 90’î de di bin gelek zahmetiyan de me tekoşina xwe da meşandin û îro jî me gelek tişt bi dest xistiye.”
Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.
(sde-sy/zt)