Mêhrîcana Çand û Ziman a Cizîra Botanê despêkir

13:09

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîr a Botanê 9'emin Mêhricana Çan û Ziman despêkir. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku çan û ziman hebuna mirovahiyê ye û wiha got: “Berxedana Kobanê jî parastina çand û ziman dike. Sibê ji Kobanê şehidek din jî tê axa Cizirê. Şehîd Zafer Cudî ji bo axa xwe, çand û zimanê xwe canê xwe feda kir. Em jî vê mîhrîcanê diyarî Ş. Zafer Cudî dikin.”

Her sal 15'ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî li navçeya Cizîr a Şirnexê bi mîhricanê tê piroz kirin. Îsal jî 9'emin Mêhrîcana Çand û Zimanê Azad a Cizîrê bi reng û çanda kurdî despêkir. Mêhrîcan bi tevlibûna Namzetê Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevserokên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek saziyê sivîl û welatî ji ber avahiya KURDÎ- DER'ê heya Parka Şaradariyê meşiyan. Meşê bi karwanên hespan, arbanan û tiliyên dayikan, dîmenên rengîn despêkir. Bernama mêhrîcana bi şîara "Bi Çand û Zimanê Azad Em Jiyana Azad Ava Dikin” tê li dar xistin. Mêhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Axaftina despêkê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret kir. Leyla diyar kir ku çand û zimanê kurdan xwedî dewlemendiyek mezine û wiha axivî: "Demek dirêje li ser çand û ziman zextên mezin tên kirin; lê gelê kurd tevî hemu qirkirina jî çand û zimanê xwe parastî ye.” Leyla bi lêv kir ku eger çand û ziman tine be mirovahî jî tineye û şerikê li Kobanê jî tê meşandin jî li ser vî esasî tê meşandin û wiha dewam kir: "Sibê ji Kobanê şehidek din jî tê axa Cizirê. Şehîd Zafer Cudî ji bo axa xwe, çand û zimanê xwe canê xwe feda kir. Em jî vê mêhrîcanê diyarî Ş. Zafer Cudî dikin.”

Piştî Leyla Namzetê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî desnîşan kir ku çand, huner û ziman rihê civaka ye û gelê kurd ji bo ku vî rihê xwe bi parêze berdêlên giran daye û wiha berdewam kir: “Îro jî Cizîr amadekariyên pêşwaziya şehîdê xwe dike. Her roj ev gel zarokek xwe di sipêre axê. Em jî vê mêhrîcanê diyarê heval Zafer dikin” Feysel li ser hilbijartinê jî sekînî û diyar kir ku serkeftina HDP wê bibe sebeba sekinandina xwina ku bi dehan sale diherike.

Piştî axaftina Feysel gel li pêşengeha wênayan a ku Çiroka Berxedana Kobanê rave dikir geriya. Piştî wê jî govanda Mêhrîcanê hat gerandin. Wê bernama Mêhrîcanê bi panel, şano û konsera vekirinê dom bike.

(ma/zt)