Rukiye Ozmen: Çand mirasa gelan e
09:49
Şêrîn Hiso / JINHA
AMED - Nivîskara kurd Rukiye Ozmen ya 4 pirtûkên wê hatîn çapkirin, herî dawî pirtûkek çîrokan a bi navê Soro çapkiriye. Rukiye diyar kir ku sedema amadekirina pirtûka Soro ji ber xwendina çîrokan ser derûnaya zarokan erînî dike û wiha got: "Bi zimanê xelkê çîrok ji me re hatin xwendin. Em bê pirtûk mezin bûn. Ev pirtûk diyariyek ji bo zarokan e."
Nivîskara kurd Rukiye Ozmen, ya 4 berhemên wê hatîn çapkirin li gundê Emêrîn yê Cizîra Şirnexê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di salên 90'î de ew jî tevlî malbata xwe ji ber zoredestiya dewletê koçberî Awrûpayê bûye û li Almanyayê bi cî bûne. Rukiye ya ku hem nivîskar, hem amadekariya belgeselan dike û hem jî pêşkêşvaniya Bernama Asoyên Binfşî ya Televizyona Stêrk TV dike, herî dawî ji bo zarokan Pirtûka Çîrokan ya bi navê Soro nivisiye. Rukiye di sala 2002'an de pirtûlka bi navê Çîrokên Şevbuhêrka nivîsand. Pirtûka Çîrokên Şevbuhêrkan ji çîrokên herêma Botanê hat berhevkirin. Di heman salê de pirtûkek helbestan a bi navê Wêneyên Bîranînan çapkir. Di sala 2006'an de dîsa bi awayekî berfireh çîrokên Botan berhevkir û wekî pirtûkekê amade kir. Rukiye ser Melayê Cizrî dest bi çêkirina belgeselekê kiriye. Herî dawî Rukiye pirtûka çîrokên zarokan a bi navê Soro nivîsand. pirtûka Soro ji 2 çîrokan pêk tê û bandora çîrok xwendinê ser derûniya zarokan diyar dike.
'Ji bo zarokên kurdan bê pirtûkên kurdî mezin nebin'
Rukiye anî ziman ku xwendina pirtûkên çîrokan bandorek mezin ser derûniya zarokan dike û wiha got: "Bandora ku xwendina çîrok xwendinê ser zarokan dike di dibistanê de diyar dibe. Zarok bi vî awayî di dibistanê de serkeftî dibin. Di pirtûka Soro de 2 çîrok derbaz dibin. Rûdawên çîrokekê li Amedê derbaz dibe. Ev çîrok jî derfetê dide ku zarok karibin lawirên dirinde nas bikin. Dema em zarok bûn pirtûkên zarokan bi kurdî tune bûn, em bê pirtûkên kurdî mezin bûn. Lewra em hewil didin ku zarokên kurdan dîsa heman tiştî jiyan nekin."
'Çand Mîrasa gelan e'
Rukiye di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya xwedîderketina çandê û wiha pêde çû: "Dema mirov ji welatê xwe dûr dikeve û diçe welatên din. Mirov êdî dikare gelek tiştan zelal bibîne. Di welatê xwe de, mirov di sehpa gulan de ye. Dibe ku mirov gelek tiştan ber çavên xwe diyar nebîne. Piştî koçberiyê mirov êdî çandên welatên çûda dibîn. Xwedî derketina ku gelên din ji çanda xwe re nîşandide mezin e. Ev aliyek e ku mirov ji wê sûd bigre. Yek ji wan tiştan qîmet dayîn û nirxandina çandê ye. Mîrasa gelan, tenê çaneda wan ya nivîskî ye. Bi çanda nivîskî mirov dikare her tiştî ji nûve zindî bike."
'Jinên kurd di wêjeya kilasîk de'
Rukiye bi lêvkir ku di zaroktiya xwe de dixwest bibe bêjer, ji ber ku wê li telefîzyonên biyaniyan temaşe dikir û tiştên ne rast têde didît. Rukiye niha di telefîzyona kurdî Stêrk TV de pêşkêşvaniya bernameya Asoyên Binefşî dike. Asoyên Binefşî bernameyeke ku jinên rewşenbîr tê de dibin mêvan. Rukiye derbarê qeldiya rola jinan di wêjeya nivîskî ya kilasîk de wiha axivî: "Piştî ku olê mislimantî giheşt kurdistanê, perwedehî tenê ji mêran re ma. Perwerde jî tenê di eliyê Medreseyan de dihat dayîn. Di Medresyan de tenê dersên olî dihatin dan. Piştî demekê kurdan wêje û zimanê kurdî li wan medreseyan zêdekirin. Ji ber vê yekê em qelsiya hebûna jinan di wêjeya klilasîk ya kurdî de dibînin. Dîsa jî talankirina çanda kurdî bi şewata pirtûkxaneyên kurdan bû sedem ku em gelek tiştên buha wenda bikin."
Rukiye bi bîrxist ku civaka kurd, civakek ji her 4 perçeyan dorpêçkiriye lewra çanda kudî her tim di xeterê de ye û wiha got: "Dijmin dixwze ku xweşikbûna wê çivaka kudî tune bike. Lewra êrîşî çand û zimanê me dike. Min xwest ku ez li hemberî tunekirina çanda kurdî bisekinim û bêjim ' Ev çand çanda min e tu nikarê qedexe bikê. Heger tu wê li cem xwe tune bikê ez ê wê li cem xwe bidim jiyandin.'"
'Nepejrandina qedexekirinê'
Rukiye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku çanda kurdî çandek dewlemend e û wiha axivî: "Divê ku kurd kilasîk û çanda xwe nasbikin. Ser temelê wêjeya kudî dîwarekê ava bikin û ji van dîwaran xaniyekî çêbikin da ku em bêjin 'va ye wêjeya kurdan li vê derê kom e.' Di dema dawî de min dest bi amadekirina belgeselk ser Melayê Cizîrî kir. Xebatên amadekirina belgeselê hîn berdewam in. Armanca min ji amadekirina belgeselê, danasîna wêjevanên kurd yên ku esasê wêjeya kurdî avakirine bidim nasîn. Divê em qedexkirina dijminan nepejirînin. Bi her awayî em li hember vê qedexekirinê derkevin."
(Şh)