'Zimanê kurdî zimanek wêjeyiye divê em lê xwedî derkevin"

09:05

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Bi armanca pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Tevgera Ziman û Perwedê li bajarê Hesekê ji bo şagirtan pêşbazî amedekiriye.

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîra Rojava, bi armanca 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Tevgera Ziman û Perwerdê pêşbazî ji bo şagirtên dibistanê amedekirine. Pêşbazî li Navenda Şehît Raperîn ya taxa Til Hecer ya Hesekê pêkhatê. Armanca pêşbaziyê dewlemend kirina şêwazên perwerdê û bilind kirina moralê şagirtane. Bi dehan şagirtên ku tevlî pêşbirkê bûne, li ser têgînên ziman û çandê kurdî rewastiyan. Ev pêşbirk dê di hemû bajarên Kantona Cizîrê de pêk were. Di encama pêşbirkê de şagirtên ku li bajêr bi serketine, wê ji bo fînalê li bajarê Qamişlo werin ba hev û li wir wê yekemîn, duyemîn û sêyemîna pêşbirkê diyar bibe.

Di derbarê pêşbirkê de Mamosta Xanim axivî û got: "Îro bi armanca salvegera zimanê Kurdî em li vir kombune. Armanca me ya vê pêşbirkê ewe ku em bikaribin di nava şagirtan de hêrsa serkeftinê di warê ziman de pêşbixin. Her wiha em dixwezin şagirtên serkefti li nav Kantonê diyar bikin û şêwazên perwedê dewlemed bikin. Dê ev pêşbirk heya 15'ê Gulanê bidome."

Mamosteya zimanê Kurdî Rena Esed jî li ser girîngiya zimanê kurdî rewastiya û wiha got: "Xwedî li zimanê kurdî derketin erkê her mirovek kurde. Her ziman dîrok û çanda xwe diyar dike. Zimanê kurdî xwedî dîroka kevnare, lê heya niha her rastî qirkirina desthilatiyê hatiye. Ji ber ku zimanê kevnare û dewlemendiyê dîrokê di nava xwe de digre ewqas êrîş heye. Di bin her şert û mercê de emê xwedî li zimanê kurdî derbikevin. "

Rosîm yek ji zarokên ku beşdarî pêşbirkê buye, kêfxweşiya xwe ya pêşbirkê anî ziman û spasiya mamosteyên xwe kir ku ew fêrî zimanê kurdî kirine. Rosîm salvegera zimanê kurdî li hemû gelê kurd pîroz kir.


(ee/rc)