Li Mêrdînê bîranîna Hozan Mizgîn
10:59
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê bi çalakiyan Hunermenda PKK yî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) ya 23 sal berê jiyana xwe ji dest dayî hat bîranîn.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel Hunermenda PKK yî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) ya di sala 1992'an de şerek yê li Tatwanê de jiyana xwe ji dest dayî hat bîranîn. Di çalakiyê de sînevizyona ser jiyan û tekoşîna Mizgîn hat nîşandan. Paşê jî Namzeta Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî û got: "Em bejna xwe li ber hemû şehîdên xwe ditewînin. Di tekoşîna 30 salan de bi hezaran mirovên me jiyana xwe jidest dan. Emê girêdayî tekoşîna wan bin. Gelê kurd dibin tindiyê debû. Bi saya wan em zêdetir bi ronbînî li pêşerojê dinêrin." Piştî axaftinan çalakiya bîranînê bi şano, koma NÇM'ê û xwendina helbestan bi dawîbû.
Li Nisêbîna Mêrdînê xebatkarên Navenda Çanda Mîtannî bi boneya salvegera bîranîna gerîlaya PKK’ê û hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a ku di 11’ê gulana 1992’an de li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû, bernameya bîranînê li dar xist. Bîranîn li Eywana Şanoyê ya Şehîd Sara ya navenda çandê hat lidarxistin. Namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, hevserokên HDP’a Nisêbînê Sabîha Gunduz û Ferhat Kut, rêveberên HDP, DBP, endmanên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên çandê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hate destpêkirin. Her wiha beriya axaftinan helbest xwendin û stran hatin gotin. Piştre jî sînevziyona ku jiyana Hozan Mizgîn vedigot hate pêşandan û di heman demê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di bîranînê de ewilî Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya axivî û diyar kir ku ew bi saya têkoşîna Mizgînan, Delîlayan, Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan gihîştinê vê merhaleyê û got ku ew di şexsê Hozan Mizgîn de hemû cangoriyên welatê xwe bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan da.
Namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî jî axivî û destnîşan kir ku ew di şexsê Hozan Mizgîn de hemû cangoriyên meha gulanê bi bîr tîne û wiha got: “Şoreşa hevala me Hozan Mizgîn şoreşa azadiyê bû. Ew şoreşa wê hewldana ji bo jiyanek azad bû. Êdî sebra me ya ji bo azadiyê nemaye. Em ê soza şehîdên xwe di demek nêz de bidest bixin. Ji bo em mizgîniyê bidin cangoriyên xwe yên wek Hozan Mizgîn û kesên ku çeka wan bilind kirine divê em di 7’ê hezîranê de bi ser bikevin. Em êm berxwedan û têkoşîna wan bilindtir bikin.” Bernameya bîranînê bi stranên Koma Muzîkê ya Navenda Çanda Mîtannî bi dawî bû.
(zt)