Pêşengeha berhemên jinan hat vekirin

15:48

Şînda Abdulah/JINHA

DIRBÊSIYÊ- Desteya Jin li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê pêşengeha berhemên destan yên jinan vekirin.
Bi pêşengiya Desteya Jinan li bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê ya Rojava pêşengiha berhemên jinan hat vekirin. Bi armanca piştgiriya jinan, Desteya Jın, Rêxistina Sara, tevgerên jin û bi amede bûna hemû jinên ku di nava saziyan de cihê xwe digrin û tevî Mamoste Qetriya Hisên pêşengeh hat vekirin. Bi tevlîbûna sedan jin îro li bajarê Dirbêsiyê pêşengeh hat vekirin. Derbarê vekirina pêşengehê de jinan nêrînê xwe parkirin. Endama Rêveberiya Mala jin a Dirbêsiyê Şemsa Keleş axivî û got: ''Em Desteya jin û hemû rêxistinên jin yên ku piştgirî dane em vê pêşengehê vekin spas dikin. Ev pêşengeh dê ji bo jinên ku bi berhemên destan re mijul dibin gelek bi feyde be . Pêwîste hemû jinên ku berheman diafirînin bînin pêşengehê. Da ku bikaribin hem di warê dewlemendiya pêşengehê de alîkarbin hem jî derfetên xwe yê aborî bi rêve bibin.''

'Emê bi berhemên xwe yên hunerê aboriya xwe jî pêşbixin'

Ji aliyê din jina bi navê Kesûma Osman derbarê vekirina pêşengehê de axivî û got: ''Ev pêşengeh ji bo jinên ku berhemên destan çêdikin weke derfetek mezine. Ez gelek kêfxweşim ku em îro wek jin bi xwe rêxistina xwe avadikin û pirsgirêkên xwe ya aborî û çandî çareser dikin. Hêza jin heye ku gelek kar bi hev re bike. Lê karên ku dike ji bo ku bikeve xizmeta civakê û ew jî sûd jê werbigre pêwîstî bi pêşengehe û rêxistinek bi vî awayî hebû."

Ferîde Mehmûd jî kêfxweşiya xwe derbarê pêşengehê de wiha anî ziman: "Em Desteya Jin û hemû saziyên ku piştgirî dane ev pêşengeh vebe spas dikin. Ev pêşengeh dê bihêle ku em di warê çandê de û berheman afrandinê de bigînin astek û aboriya xwe jî bi destê xwe rêvebibin."

(rc)