Mîhrîcana Jinan ya fîlman ya Uçan Supurge bi 'kenê' dest pê kir
12:33
JINHA
ENQERE- 18'emîn Mîhrîcana Fîlm a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge de di merasima vekirinê de xwediyên xweyên xelatan dît. Vekirina mîhrîcana bi şîara "ken berxwedane" hat kirin û peyama ku ji Serokomar hatibû şandin hat xwendin û hemû kesên ku li salonê bûn bi peyama Serokomar keniyan.
Di merasima 18'emîn Mîhrîcana Fîlm a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge de ku li Salona Dewletê ya Bale û Operaye pêk hat de gelek lîstikvan û derhêner beşdarbûn. Di vekirinê de Humeyra, Bulent Emîn Yarar, Damla Sonmez, Dervîş Zaîm, Zamin Matîn û Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, hûnermend û siyasetmedar beşdarbûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Yetkîn Dîkîncîler û Başak Daşman ve hat kirin.
Merasima ku bi strana Kalben dest pê kir, dîsa lîstikvan Zekî Alaysayê ku du rojberê jî jiyana xwe ji destda hat bibîr anîn. Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê ji aliyê Seroka Lijneya Genç'ê Damla Sonmez ve hat kirin. Damla diyar kir ku ew di jûriya pêşbirak 18 fîlmên kurte de cih digire û wiha got: "Ez di nava jûriya mîhrîcana fîlma giştî ya Stenbolê de jî cih digirtim. Lê di wê mîhrîcanê de hinek fîl nehatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê min jî xwe ji juriyê vekişand."
'Ken berxwedan e'
Damla anî ziman ku dirûşmeya mîhrîcana vê salê 'Ken berxwedan e' û wiha axivî: "Yên ku li pişt desthilatdariyê diçin ditirsin ku bikenin. Kent iştekî kolektîfe. Dema mirov dikene yên derdorên me hemû dikenin. Ji ber wê jî desthilatdarî ji vê yekê ditirse."
Bi Erdogan keniyan
Piştî vekirinê peyamên ji bo mîhrîcanê hatin şandin hatin xwendin. Dema peyama Serokomar Erdogan a ji bo mîhrîcanê şandî di hat xwendin kesên li salonê hemû bi hevre keniyan. Pêşkêşvan Daşman piştî salonê dest bi kenê kirin got ku 'bi rastî şewba kenê bi her kesî dikeve ku hûn hemû dibîne bi awayekî kolektîfe.'
Xelat hatin dayîn
Di çarçoveya mîhrîcanê de xelat hatin dayîn. Xelatê hatin dayîn wihane; Xelata Bîlge Olgaç a serkeftinê honakê yê serkeftî de Aylîn Zoî, xelata derhênerê herî bi serkeftî Denîz Eyupoglu Aydin û xelatê herî serkeftî yê saneryoyê jî Nermîn Abadan Unat girtin. Xelata mîhrîcanê ya Temayê jî yekemîn Akademîsyena Tirkiyeyê Nernîm Abadan Unat wergirt. Nernîm xelata xwe ji destê xwendekarên ku di nava wan de Serpîl Sancar û Yildiz Ecevît hene wergirt. Xelata mîhrîcanê ya rûmetê jî layîqî Humeyrayê hat dîtin. Piştî xelat hatin dayîn, strana "Navê min jine" ya ji aliyê Humeyranê ve hatiye nivîsandin ji aliyê Kalben ve hat gotin û mîhrîcan bi dawî bû. Mîhrîcan dê 10 rojan li Navenda Hunera Çagdaş û Sînemaya Fenera Mezin bi pêşandana filman û çalakiyên cûda berdewam bike.
(rc)