Reva jinan ya bi guran re: Dengê jina hov ya veşartî

09:27

Cahide Harputlu/JINHA

AMED - ''Jin ji bo pirsên xwe yên herî tarî û kûr re bersivan bibîne wek kesên hov ku her tiştî digre, ji bo zelalkirina tiştekî pozê xwe dike her tiştî azad e. Azade ku ji ew kesên êrîşên wê kirine hêza ji destê wan bigre û li hemberî wan bikar bîne, piştre jî vê hêza destkeftî ji bo xwe bi awayekî bikêrhatî bixebitîne. Jina hov ev e…''

Pirtûka Clarissa Pinkola Estês ya 'Reva jinan ya bi guran re' pirtûkêk wek klasîk tê qebûl kirin. Pirtûk li ser jiyana jinan ya navxweyî hatiye nivisandin û bi çapa 10.emîn ji weşanên Ayrinti derdikeve. Clarissa P.Estês di pirtûka xwe ya 'Reva jinan ya bi guran re' de ji bo jinên vê demê de jiyan dikirin re dibêje'' Jinên vê demê ketîye rewşa wek gilokek çalak ya şêlî. Ji bo her tiştî û her kesî hatiye demîn girtin.'' Clarissa di pirtûka xwe de xistina jinê ya ji alî dîrokî û civakî de, pêvajoya wê ya koletîyê, sedem û encamên wê bi rêya çîrokên ku ji zaroktiya me heta niha ku di bin hişê me de cîh girtiye analîz dike. Ew çîrokên ku heta niha di mêjiyê me de saf û xwerû xuya dikir di vê pirtûkê de diguhere û em dibînin ku ew çîrokan ji bo jinan jiyanek an encamek bextewar nefikiriye. Dema em bi nivîskar re di kurahiya çîrokan de digerin em wêranbûyina fîkr û hestîyarên xwe jî hê baştir dibînin ku em çiqas ji xwe dûr ketine. Lewre di vê rêwitiya dîrokî de bersiva jin xwe li kû û bi çi awayî winda kiriye jî veşartiye. Clarissa P.Estês vê pirtûk û xebata xwe bi kurtasî wisa vedibêje:'' Jiyana min û xebatên ku ez dikim nîşanî min da ku jin hêz û zindîbûna xwe ya windakirî encax bi xebatek xurt ya di kurahîya derûniya xwe ya hilweşandî de bimeşîne dê bi dest bixîne.'' Jin dema ku bikeve dû vê xebatê wê bibîne ku di şerê pêkhatina jinê de mewziyên gelek wê girîng bi dest bixîne.

'Ji 'cantadorek' çîrokên ji bo jinan'

Clarissa Pînkola Estês, niviskarek ji niştecîhên Meksîkayê ye ku di platformên navnetewî de jî tê nasîn û psikanalîstek xwe wek şopdarê avakera psîkolojiya analîtîkê Carl Gustav Jung dibîne ye. Clarissa wek 'cantador'ek tê nasîn ku di çanda Latînan de kesên ku çîrokên berê kom dikin bi vê awayî tê binav kirin. Her wiha çîrokên ku di pirtuka 'Reva jinan ya bi guran re' hatiye analîz kirin jî ji çîrokên çand û erdnîgariyên cuda hatine kom kirin. Ev pirtûk berhema xebata 20 salane ku çapa yekemîn di sala 2003'an de derketibû û niha bi çapa xwe ya 10.emîn cardin li weşanxaneyan de cihên xwe girtiye. Pirtuka 'Reva jinan ya bi guran re' ji weşanxaneya Ayrinti derdikeve û heta niha wergerî 18 zimana hatiye kirin ku wek klasîkek tê qebûl kirin.

Clarissa P.Estês, tîne ziman ku ev çîrokên heta niha ji me re dihat xwendin û me guhdar dikirin, ji teşeya têgihîştina me dur e û pir wateyên cuda di nav xwe de dîhewîne ku vê bi analîzên deruniya jinê derdixîne holê. Clarîssa bang dike jinan ku ji bandora sedsala 19.emîn ya mirovan ji xwezayê qut kiriye derkeve û guh bide dengê hundirê xwe yê xwezayî.

Lê çima gur? Niviskar bal dikşîne ku jin û gur bi xwezaya xwe bi lêkolînerbûn û hêza xwe nêzî hev in '' Hêstiyariyek tûj, tîna lîstok û fedaî bûn… dî navbera jin û guran de ji alî hovbûn û zerafeta wan, bi girêdanbûna wan ya cîvaka xwe gelek şibandinên psişîk hene. Feraseta her dûya jî pir bi hêz e. Bi der û dora xwe re pir bi eleqedar in. Her dû jî zû hînî şert û mercên guhertî dibin. Wêrek in û tiştekî bixwazin teqez bi cîh tînin. Lê her dû jî her tim rastî neçirvanan hatine, hatine taciz kirin, kuştin û her tim wek êrîşkar, rêşaş û bê nîrx hatine dîtin. Her dû jî ji alî ew kesên ku wan her tîm şaş fêmkîrîne hatine qetilkirin.''

'jina hov kî ye'

Dema bi nivîskar Clarissa Estês re em dikevin rêwîtiya cîhana jinê em pêwîstiya biyekbûyina wê ya xwezayê jî hê baştir dibînin. Lewre dema em li ser jiyana xwe bifikirin bawerim ku tû kes li ser şibandina gur û jinan nefikiriye an jî meraqek bi vî awayî derneketiye holê. Li ser fîkr û ramanên me yê xwezayê de bandora nezanî, şêlîbûnê serete ye. Bêgûman pergala em di nav de jiyan dikin jî bi vî awayî xwe dide jiyandin. Tirs û bîyanîbûyin amûrên wê yen esasî ye. Ji ber vê jî di bingeha windabûna me ya dîrokî de ew çîrokên ku her tim şîretên kedîbûyinê li me dikirin hene. Lê dema ev rastî tê dîtin û lêpirsinek derdikeve holê dengê me yê navxweyî jî bangî me dike. Clarissa Estês jî bal dikşîne ser vê dengî û bang li jinan dike ku cewheriya xwe ya hundirîn bibînin. Li hemberî nêzîkatiya civakê ya her tim kedîbûyina jinan dixwaze derdikeve û dibêje ev ne qedera jina ye. Ji bo jin li hember vê têkoşîne bide hin rêbazên afirîner jî bi wan re parve dike û dibêje:'' '' Jin ji bo pirsên xwe yên herî tarî û kûr re bersivan bibîne wek kesên hov ku her tiştî digre, ji bo zelalkirina tiştekî pozê xwe bike her tiştî re azad e. Azade ku ji ew kesên êrîşên wê kirine hêza wan ji destê wan bîgre û lî hemberî wan bikarbîne, piştre jî vê hêza destkeftî ji bo xwe bi awayekî bikêrhatî bixebitîne. Jina hov ev e…''

(ch)