Meclîsê Zarokan bernameya 'Bi zimanê dayikê pirtûk xwendin' amede kir

10:39

JINHA

AMED - Meclîsa Zarokan ya Konseya Bajêra Amedê wê di 3'ê Gulanê de bernameya bi zimanê dayikê xwendin amede bike. Di bernameyê de çîrokên ku bi zimanê Kurdî û Tirkî hatine nivîsandin,dê werin xwendin û zarokên bi zimanê dayikê jî nizanin dê fêrî xwendin û nivîsê bê kirin.

Meclîsa Zarokan ya Konseya Bajêra Amedê bi armanca teşwîq kirina zimanê dayikê, bernameyek bi zimanê dayikê xwendin tê amede kirin. Bername wê di 3'ê Gulanê de li Navçeya Sura Amedê li ber Ulu Cami di saet 15.00 de were despêkirin. Di bernameyê de çîrokên ku bi zimanê Kurdî û Tirkî hatiye nivîsandin dê werin xwendin. Her wiha dê wan çîrokan piştî xwendinê diyariya zarokan were kirin. Di bernamaya ku hatiye amede kirin de, zarokên ku bi zimanê dayikê nizanibin dê ji bo wan jî perwerde bi zimanê Kurdî were dayîn.

(rc)